Share |

Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi lîstika Spîmend dest pê kir.  Hevşaredar Firat Anli bi destpêkirina festîvalê re lîstikvan û derhêner bi kulîlkan pîroz kirin û diyar kir ku gelê Amedê hefteyekê dê bi zimanê xwe li lîstikan temaşe bike û xwest ku salon vala neyêne hiştin.

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi lîstika Spîmend dest pê kir. Lîstika ku nivîserî û derhêneriya wê Ghotbedîn Sadeghî kiriye, behsa dengbêjiyê dike, ji aliyê bîneran ve bi dilxweşî hate pêşwazîkirin. Lîstik li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêşkêşkirin, hevşaredarê bajarê mezin Firat Anli, hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û gelek mêvanên der û hundirê welat hatin hate temaşekirin. Piştî lîstikê leyîzvan û her kesê tê de keda wan heye bo sehneyê hatin vexwendin û spasiya wan hate kirin.

Hevşaredar Firat Anli li sehneyê kulîlk dane leyîzvanan û bal kişand ku jiyana gelê kurd dişibe fîgurê şanoyê ê ku hem dikene hem digrî. Anli weha axivî: “Îro em di dilê xwe de hem xemê hem jî kêfxweşiyê dijîn. Ji ber azadkirina Şengalê em gelekî dilxweş in. Ev bi saya berxwedaneke mezin hate bidestxistin. Bijî Şengal.” Anli destnîşan kir ku dîroka sedsalan a gelê kurd a lanetkirî ji nû ve tê nivîsandin û hêvî kir ku ji vir pê ve lîstikên xweştir temaşe bikin. Anli bi bîr xist ku ew ê hefteyekê bi lîstikên kurdî têr bibin û got, “Bila ev salon vala nemînin. Êdî tu kes nikare bêje bi zimanê kurdî tu tişt nikare bête kirin. Em ê ji vê derê ve bersivê bidin kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.”

Anli, bi bîr xist ku di festîvala şanoyê ya Dihokê de jî ew û Sadeghî bi hev re bûn, ji ber vê kêfxweş e û weha got, “silavên xwe yên germ ez ji Mehabadê, Sinê, Seqizê û Urmiyeyê re dişînim. Bila riya xelkê me geş û ronî be.”

 

Sadeghî spasiya şaredariyê kir

Derhêner Ghotbedin Sadeghî jî, diyar kir ku wî jî lîstikvanên Şanoya Bajêr li Dihokê nas kirine û pê xweş e ku pevre lîstika Spîmend amade kiriye. Sadeghî aşkere kir ku demek kin bi lîstikvanên şanoya Bajêr re wan kedeke weha mezin aniye pêş û spasiya wan kir. Derhênerê kurd herî dawîn ji ber ku ev derfet ji bo wan terxan kir, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

http://www.diyarbakir.bel.tr/