Share |

Festîvala Ehmedê Xanî li dar dikeve

Amadekariyên 1'emîn Festîvala Zozanan a Ehmedê Xanî ku bi organîzasyona Şaredarî û Rêxistina BDP’ê ya Çelê li dar dikeve temam bûn. Festîval dê di navbera rojên 24-25’ê vê mehê de li  Zozana Deşta Xanê ya ku Ehmedê Xanî lê dayik bûye li dar bikeve.

                           

Li ser festîvalê Şaredarê Çelê Xidir Demîroglu got: "Em li Deşta Xanê ya ku hizirmendê mezin ê kurd Ehmedê Xanî lê ji dayik bûye û 18 sal in ji bo sivîlan hatiye qedexekirin 1'emîn Festîvala Zozanan a Ehmedê Xanî li dar dixin. Me amadekariyên xwe temam kirine. Dawetnameyên me hatin çapkirin û em ji dostan re dişînin. Di serî de KCD û BDP me her kesên ku di dilê gelê me de bi cih bûne û em dizanin bi me re ne, dawetî festîvala xwe kir. Em hêvîdar in wê gelê me jî me di vê festîvala ku em ê li vê zozana bi qîmet pîroz bikin de bi tenê nehêle."

 

  Diyarname