Share |

Festîvala Fîlman a Sêyemîna Yilmaz Guney

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, wê 19 Berfenbarê destpê bike. Festîval, ji ber çalakiyên greva birçîbûnê hatibû şûnde xistin.

Şaredariya Êlihê ragihand ku îsal 3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, di navbera 19 û 23ê Berfenbara 2012 an de wê were lidarxistin.

Festîval dê di navbera 28ê Mijdarê û 2ê Berfenbarê bihata lidarxistin lê, ji ber grevên birçîbûnê hatibû şûnde xistin.

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, wê 5 roja dewam bike. Di 23ê Berfenbarê de, bi dêrendaza xelat dayînê wê bi dawî bibe.  Di festîvalê de 15 kurtefîlmên Kurdî yên ku di pêşbirkê de mabûne fînalê wê bêne nîşandan.  Dîsa di bergeha festîvalê de fîlmên metraj drêj, panel û belgefîlm jî wê hebin.

 Gellek kesayetên naskirî yên sînema, huner û wêjeyê jî wê beşdarî vê festîvalê bibin.

 

Sinema Kurd  

C. M