Share |

Festvala Zeytûn a yekem ya Rojava li Silêmaniyê birêve çû

Roja yekşemê 9 / 2 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê li hola Tawar çalakiyên yekem Festîvala Zeytûn a rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Festîval bi amadebûne Sekreterê Encumena Navandî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad û hejmarek ji rewşenbîr, hunermed, nivîsaker, kesayetiyên siyasî, çandî û hejmareke ji welatiyan birêve çû.

Marasîma vekirna Festîvalê bi xuleke rêzdarî bo cangoriyên tekoşna azadiya Kurdistanê dest pê kir, piştre gotara vekirina festival û gotarên şandên mêvan û Partiyan hate pêşkêş kirin.

Festival bi pêşkêşkirina hejmarek ji helbest û stranan, ji aliyê komek ji hunermendan û tîmên mûzîkê ve berdewam kir, her wiha û ji aliyekî din ve pêşengeheke nîgarkêşiyê yê hejmarek ji hunermendên Kurd ên kocî bajarê Silêmaniyê bûne hate  pêşkêş kirin, hunermendên bi Tabloyên xwe beşdarî vê pêşengehê bûne; Malfa Omer Hemdî, Zuhêr Hesîb, Bihram Heco, Sakar Silêman, Azad Hemê, Ronak Osman, Elî Murad, Gidyano Elîko, Husên Feqe, Firas Izet Îbrahîm .. her wiha hejmarek hunermend bi wêneyên Fotogirafîk beşdarî festival bûn.

Derbarê festival de endamê komîta amadekar Hozan Efrîn ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku ev yekem festivala (Zeytûn a rewşenbî

) ya Rojavayê Kurdistanê ye ku bi ser pereştiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê, bi tev beşdarbûne hejmarek ji siyastmedar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê birê ve diçe, her wiha hate biryar kirin ji bo remana Rêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bête nasandin ev festival her sal li Parêzgeha Silêmaniyê lidarkeve.

Wekî din Efrînî da xuya kirin ku wê di roja duyem a festival de derbarê Rêvebirya Xweser de semîner bêne pêşkêş kirin.

Di roja siyem de jî dê bi zimanên Erebî û Kurdî helbest bêne pêşkêş kirin, dê her yek ji helbestvan Hecî Efrînî û Elî Izet bi zimanê Erebî helbest pêşkêş kin û helbestvan Elî Murad û Hêsên Feqe bi zimanê Kurdî helbestên xwe pêşkêş kin, her wiha wê derbarê Jinê de li Rojava filmeke dukmenter bête pêşkêş kirin, derhunerê Filmê derhunerê Sûrî Ziyad Kulsûme û berhemkarê Filmê Hatêm Elî ye.

 

PUKmedia / Xalid Necar / Silêmaniyê