Share |

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl dice Locarno.

derhinêrê Kurd Mano Xelîl
Derhinêrê Kurd Mano Xelîl

Filmê Mano Xelîl ê binavê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ yek ji 10 Filmên Swîsrî ku îsal tevlî Festîvala Filmên navnetewî a Locarno 2013 dib u tê şanî dan.

Festîvala Locarno yek ji mezentirîn festîvalê cîhanê ye, weke Kann, Venisia, Berlin. Tê zanin ku di sala 1979 de nemir Yelmaz Güney xelata herî mezin a Festîvalê ji bo filmê xwe ê bi navê Kerî (Süru) standibu.

FilmêMano Xelil „Apê Îrbom“ wê roja 12. û 13. Tebaxê li Sala herî mezin a festîvalê FEVI ku heta 3000 temaşevan karin lê runên tê şani dan.

Di rojên pêşia me de, film dikeve nav beşberka navnetewi di 2 Festîvalên din, yek li Austrîa - Neue Heimatfilmfesival û yek li Italia-Lissinia Film festival.

 

Filme „Apê Îrbom“  çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

Film ji roja 6 Hizêranê 2013 derbasî sînema li Swîsra buye û heta roja îro mirov kare li Sînema temase bike. Film di destpêka sala 2014 de dikeve sînemên Almaniya de.

 

Link:

http://www.pardolive.ch/en/catalogue/film?fid=688445&sl=en