Share |

Filmê Kurdî “Doz” li Sitokholim hat Nîşandan

 

 

  Filmê Kurdî Doz ji derhênana Viyan May û têde bi rolgirtina Hozan Diyar Dêrsim û Sîpel Erdogan, li Sitokholim paytexta Siwêd hate nîşandan.

 

Ev filimekî dirêjê Sînemayîye û nûtirîn Filmê ji derhênana Viyan May ye, ev cara yekê li Siwêd hate Nîşandan.

Naveroka filim li ser diyardeyên civakî di nava Civaka Kurd de hatiye çêkirin, têde mafên jinan weke babeta wê ya serekeye.

Di vê berhema Sînemayî de, hozanê navdarê Kurd ji Bakûrê Kurdistanê Diyar Dêrsim tê de rol girtiye.

Li Siwêd amadekariya pêşandana filmê Doz ji aliyê Pirtûxaneya Kurdî, Komeleya Dostayetiya Siwêdî – Kurdî û Federasiyona Komeleyên Kurdistanî hatiye rêxistinkirin.

Filmê Doz dê roja 7 Hezîranê / June 2012, bo revenda Kurd li Siwêdê hate nîşandan.

C. M - pna