Share |

Filmê Mano Xelîl „Mêşvan- Apê Îrbom“ diçe festivala Dubai.

Mano Xelîl

Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ bi Almanî „Der Imker“ ê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema a navnetewî a Dubai 2013 hat hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe. Film wê roja şemê 6.12 Seat 5.30 li Mol Dubai 5 were şani dan. Cara duemîn wê roja Duşemê 9.12 seat 6 li Mol Dubai 7 were temaşekirin.

 

Filme „Mêşvan“ çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

 

Filmê Mano Xelîl heta roja îro buye layiqî gelek xelatên navnetewî, ji van xelatan

Xelata yekem a Sînema Swisri a Solothurn 2013.

Xelata yekem li festîvala Munixa Almaniya 2013.

Xelata zêvîn li Festîvala Lessinia a Îtaliya 2013.

Xelata yekemin a Festivala Sinema a navnetewî a Duhokê 2013.

Û xelata Temaşevanan a Festîvala Neue Heimat a Austria 2013.

Ev film behtrî 5 Mehan di sînemê Swîsra de hat şani dan. Fîlm di destpêka 2014 li hemu bajarên Almaniya, ji aliye şirketa Braveheart international derbasî sînemê Almaniya dibe.

 

Link:

 

http://dubaifilmfest.com/en/films/detail/der-imker/31373/2013/