Share |

Filmê Mano Xelîl yê „Apê Îrbom“ xelat wergirt

Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelîl xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozen 2014 wergirt.

 

Filmê Mano Xelîl bi navê „Mêşevan“ bi Elmanî „Der Imker“ laiyqî xelata yekem hat dîtin, di roja dawiyê 13.4.2014 ya festîvala navnetewî a ItalîBozen Film Festival ku ji roja 9. Nîsanê heta 13 Nîsana 2014 li dar ketibû.

 

Ev xelat bo xelata heyştemîn a navnetewî ku filmê Mano Xelil bi dest dixe. Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji bajêrê Elbistanê ( Bakurê Kurdistanê) ye. Apê Îrbom, heta sala 90 yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bû, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bû. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma koçbike û weke penaber çû Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

 

Mano Xelîl niha li herema Kurdistanê filmê xwe ê nû bi navê «Hechecîk» dikşîne.

Kişandina filmê nû Hechecîk heta roja 24 Nisanê wê bedewam bike.