Share |

Filmekî dokumentî rewşa Herêma Kurdistanê nîşan dide

Montoja filma ‘Hêlîn’ bi dawî bû

 

 

Filmeke dokumentî ya bi navê ‘Hêlîn’ ku behsa rewşa Iraqê bi giştî û bi taybet rewşa îro ya Herêma Kurdistanê dike, pêvajoya wê ya dawî ya montajkirinê bi dawî bû û niha gihişt qonaxa danîna mûzîkê.

 

Li gor raporekê ragihandina giştî ya filma Hêlîn a ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin, film berhema herî nû ya sînemavanê ji Mihabadê Îbrahîm Seîdî ye û ji berhemanîna Ebas Xezalî ye. Di van rojên dawiyê de qonaxa montajkirina wê temam bûye û gihiştiye qonaxa danîna mûzîkê. Niha mûzîkvanê navdar û xwedî ezmûn ê Îranî Hûsên Elîzade mûzîka filma Hêlîn dirûst dike.

 

Filma Hêlîn, wekî berdewama filma dokumentî ya ‘Daykanî Min-Dayîkên Min’ e ku derbarê rewşa borî ya kurdan a li Iraqê de hatibû dirûstkirin. Ev filma nû jî behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê dike.

 

Filma Hêlîn bi dîtina malbateke li Herêma Kurdistanê hewl dide ku rewşa îro ya Iraqê li ber çavan bigre.

 

Stafên amadekirina filma Hêlîn evin:

 

Plandanîn, lêkolînvan û derhêner: Îbrahîm Seîdî

 

Berpirsê plan û berhemhênan: Ebas Xezalî

 

Wênegir û montaj: Îbrahîm Seîdî

 

Mûzîk: Hûsên Elîzade

 

Berpirsê berhem: Ferzîn Kerîm

 

Deng û mîksera deng: Îbrahîm Seîdî

 

Fotografer û alîkarê montaj: Gezîze Paknehad

 

Alîkarê wênegir û hevahengî: Ferhad Kerîm

 

Şêwirmendê karûbarên nîzanî: Xazî Mele Salih

 

Vegotin: Ezîz Ebasî, Barzan Mele Xalid û Qadir Dadxwa

 

Anîmaysyona komputerî: Îrec Heqîqî Pûr

 

Bi tevlîbûna: Malbata Ehmed Şêx Resûl

 

Ragihandina giştî: Mensûr Cîhanî û Menûçêhir Cîhanî

 

Berhemhênan: Ebas Xezalî

 

Dem: 56 deqîqe / Format: HD

 

Berhemê: Herêma Kurdistan-2012

 

 

Hewlêr (Rûdaw)