Share |

Ganî Mîrzo li Londonê piştî pêşandana Harmoniya Piştî Şer konsertekê jî pêşkeş dike

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo li Londonê piştî pêşandana belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” konsertekê jî pêşkeş dike.

 

Biryar e Hunermedê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo 3ê Adara 2023yan li paytexta Brîtanyê di çalakiyeke hunerî de belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” li Zanîngeha Westminster pêşan bide û herwiha piştî pêşandana wê belgefîlmê ligel muzikjenê ji bajarê Hesekê Ferhad Feysal jî konsertekê pêşkeş bike.

 

Ganî Mîrzo ji Rûdawê re diyar kir ku di heman demê de ew dê di wê çalakiyê de behsa kar û xebatên Weqfa Mîrzo Muzîk bikin ku li komelgeha Xanesor û nahiya Sinûne yên girêdayî Şingalê peymangeh vekirine.

 

Derbarê armanca ji wan çalakiyan de jî Mîrzo got: “Sedema çûna me ya sereke li wir ew e ku Weqfa Mîrzo Muzîk bidin nasandin û ka li navçeya Şingalê bi çi derfetan çawa kar dike û bi rêya muzikê çawa di başkirina niştecihên wê deverê de dibe alîkar.”

 

Ganî Mîrzo ku li Barcelona piştî sê salan avakirina  peymangehek bi navê “Mîrzo Muzik” li Komelgeha Xanesorê ya Şingalê, par navendeke hunerî ya din li li Sinûnê bi piştevaniya "Weqfa Mîrzo Muzîk û cihê BA ava kirin, ji bo ku bi rêya hunerê derûniya zarokan bê aramkirin û xelkê navçeyê bikaribin çand û hunera xwe biparêzin.

 

Ganî Mîrzo kî ye?

 

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

 

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

 

 (Rûdaw)