Share |

GENERALÊ PAYÎZÊ …HELBEST . M omer Osman

helbestvanê nemir M omer Osman yê ku bi navê GENERALÊ PAYÎZÊ tê naskirin
helbestvanê nemir M omer Osman yê ku bi navê GENERALÊ PAYÎZÊ tê naskirin

Ez im generalê payizê..

Ez ê tu carî xêr nedî

Ez general im..

Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî

 

Ez im generalê payîzê..

Şifqeya li serê min ewr e

Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî

Sakoyê li min nerme ba ye

Û şûre ê min çiqlê dareke riziyayî

 

*

Ez generalê payîzê..

Dara rût ev nasnav xeletî min kir..

Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî..

Û min ew kir take dildarê xwe

Di yek kêliyê de ez bi xwe zarokê pelweşînê me

Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me

 

Ez im generalê payîzê..

Xwîneke zer bi nav demarên min de digere

Û çavê min her mîna ewrê hêwî

Tenê ez bûm ku di tabûta camî de..

Min çendîn pel bi xakê spartin

 

*

 

Ez im generalê payîzê..

Ez bûm li gel bahoza ji bîrçûnê..

Ez ketim cengê

Û min gelek pel deranîn ji pencê

Ez bûm min şeva pelên xwe..

Xiste bin perrê heyveron û tava soringê

 

Ez im generalê payîzê..

Payîz bêyî min sêwî ye

Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e..

Pelê weşiyayî koçkirî

Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de..

Ji bo giyanê zindî yê pelan..

Nimêja şehîdan dikim..

Navê wê nadeynim nimêja miriyan

 

Ev helbest ji zaravayê soranî hatiye wergerandin . û li tekanê dîwana helbestê ya bi navê “ Li xurbetê” hatiyê belav kirin .em ji bo bîranîna helbestvanê nemir M omer Osman yê ku bi navê GENERALÊ PAYÎZÊ tê naskirin vê helbestê belav dikin.

Helbestvan GENERALÊ PAYÎZÊ li şeva 22-10 -2019an li li mala xwe li bajarê Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî bû.