Share |

Gerînoka bêdawî… Azer Şiwêş

AZER

 

Diyarî ji yê ku dil û mejîbirîn dikir

 

 

Bi salan,

vê pirsê ji xwe dipirsim?

bê çima te, û bê sedem, ev kiryarên bêwate,

yên ji qidûmxistinê,

ji hişveçûnê,

bi min dikir.

…………….

Te hişt ku ev êş,

di serê min de,

di bedena min de,

bimeye û ji yaran,

bi dûr kevim.

…………

Te her dikir,

min bêhtir dilê xwe,

radestî te dikir,

ta ku hinekî tu….

ji vê hirmetê,

şerm bikî, û ji ser min,

bêyî gengeşî û nakokî,

xweş vegerî,

lê tersî wê,

tu har dibû û ji berê,

xerabtir dibû!!!!

……………

Min ne nedizanî û qet nedikete xewna min,

bê tirs çiye,û warê wê li ku deye

lê te hişt ku tirs,

ji te,

ji bêbextiya te!

bi min re çêbibî.

…………….

Te hişt, ku ez, her dem,

bi tirs,

bi dudil,

bi paxav,

nêzî te bibim

…….

Te hişt, ku bi salan çavên ziwa bibin,

û ewr li min sayî bibe.

Guneh yê te ye,

ne yê min e

Hege yê min bî,

dikarim sed carî ji te,

lêborînê bixwazim…

…………..

Guneh ew bû, ku carna min,

û ji jana xwe,

ne bi destên xwe

ji hinan re, ta ku hinekî rihet bibim,

û vî barî ji ser mejiyê xwe rabikim

çêla wan tiştan dikir…

Lê xwezî neba?

 ………………

Te dikir,

 û bi ser de, 

te li cihna bi kenekî pûç

pesnê, van kiryarên xwe dida.

……………

Min dibihîst û ji xwe,  

qehrê can û hişê min disot.

………………………..

Te dihişt, ku ez, ji xwe,

bi salan, 

zivêr bibim,

kînê bi salan ji xwe bigrim,

ji xwe heznekim

û ji kesayetiya xwe dûr kevim.

……………..

Te hişt, ku bi salan xewa şêrîn,

ez nekim, û têr li roja xwe,

li hezkiriyên xwe, xweş nebanim

û li jîna zor,

li ber xwe nedim.

…………….

 Te hişt, ku ez di newalan

werbibim,

û hin kes bêwicdanî, û

neheqiyan li min bikin

…………….

Xwedê dizane,

bê ez,

gir…

ji dijminê xwe,

ji dijminên doza xwe

nagrim.

………..

Te hişt………

ku ez di vê gerînokê de,

bimînim

lê soz didim, ku hege  tu………

van gunehan,

van kiryaran bes bikî

û mîna berê nêz nebî

dîsa zê….ji te re

dergahê dilê xwe vekim

û têde hêlîna te

çêkim……..

 

09.04.2012