Share |

Gereke em ji dîrokê hîn bibin… Mamoste: Subhî Ahmad

Mamoste: Subhî Ahmad

kurd di dîrokê de hatine naskirin bi lehingî û mêrxasiya xwe, bi berxwedan û mêrxasiya xwe,bi aştî mirovahiya xwe. Bi rastî kurdan ji berê ve bi rengekî qehremanî lli dijî hemû êrîşên setemkarû dagîrkeran berxwedanên lehingî û destanên qehremanî pêkanîne,  li her çar aliyên kurdistanê li ser vê yekê lehingî û qehremaniya kurdan binav û deng e.

Ez bala we bikişînim ser rojavayê Kurdistan min tirsek mezin heye ku me ji dîrokê ders negirtibin û em bikevin davkên dijminan de, di dîrokê de çiqas şoreş û serhildanên kurdan rabûne û nêzîkî mafên xwe bûne dijminan kurd li hemberî hev sorkirine û bûne kelem ji hev û din re, hev jî şikandine û bi dehên salan kurd paşxistine. Em hinekî li ser şoreşa çêx Seîdê pîran,şêx Mehmûd Alhefîd, Qadî Mihemed, Seydayê Mistefa Barzanî û şoreşa bakurê Kurdistan PKKê, em van hemiyan û yên din jî wek ku dijminan karîbû  kurdan bi komployan li hamberî hev rakinû bandorê li wan bike wilobi serê xwe nikarî bandorê li wan şoreşan bike.

Îro li rojavayê kurdistan derfetekî  mezin û giran buha li ser xwîna cangoran û ronakrewanan pêkhatiye, qehremanî û lehingiya YPG bê hempaû bê pîvan e.xwîna van cangoriyan bê huda naçe, gereke îro kurd hemî  li vê kedê xwedî derkevin bi rastî kurd kurd e dijmin cudahiyê nake navbera wan de  dema komên tenderew bi ser kurdan de tên wan ji hev venaqetînin û nabêjin tu ji kîjan partiyê yî ?

Lê gelo ka çareserî çi ye? Di goman û texmîna min de gereke çawe be ? gereke kurd hemî tevlî vê berxwedanê bibin ji ber ku sibe kurd hemî xwediyêv ê kedê ne û dijmin me tim ji hev vediqetîne û nekokiyan têxe nav me de, ev sed salin em li benda derfetek bi vî rengî bûn. Gerek PYD jî bi helwestek nemtir û zelaltir nêzîkî miletê kurd bibe cudahî di nav milet de nabe  kurd tev miletê tene.gereke tu wan tevlî xwe bike. Çiqas kurd dixwazin bi hev re bimeşin xwediyê vê xakê bin ew tiyê azadiyê ne ger em ji hev hatin veqetandin wê demê hêsane  ji dijmin re ku me bişikîne, ez bawerdikim kurd vê yekê baş dizanin û bi hêsanî dev ji mafê xwe bernadin.

Di dawî de dixwazim bêjim em xwe li hev kombikin û bibin yek bila ramanên te çibin?. Bi taybetî di aliyê netewî de ger tu kurdî,wê demêxaka te, zimanê te, dîroka te te didê naskirin.” Destê bi tenê deng jê nayê” ger em bi hev re bin ti dijmin nikarin me bişkînin.kurdino birano hin jite û hin ji wan em ê bigihin hev û bibin yek.

Mamoste: Subhî Ahmad