Share |

Helîm Yûsiv li Hagenê bû mêvanê 'Şevên Xwendinê'

Nivîskar Helîm Yûsiv bû mêvanê "Rojên Xwendinê" ya ku Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê û Kurd-Akadê li dar xist.

Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê û Kurd-Akad (Tora Akademîsyenên Kurd) dest bi çalakiya "Rojên Xwendinê" kir. Çalakiya pêşî êvara 22'yê mehê li Hagenê, li avahiya Enstîtuya Kurdî li dar ket. Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv bû mêvanê çalakiyê û pêşî ji romana xwe "Gava Ku Masî Tî dibin" beşek xwend.

Berî çalakî dest pê bike Serokê Enstîtuyê Fezvî Ozmen li ser çalakiyê axivî û got ku armanca wan ew e xwendevan û nivîskaran bigihînin hev, platformeke nîqaşê saz bikin. ozmer diyar kir ku dê van çalakiyên xwe bidomînin.

Nivîskar Helîm Yûsiv digel xwendina parçeyeke ji romana xwe, qala pêvajoyên nivîskariya xwe kir. Paşê nîqaş û danûstendin li ser romana Yûsiv û roman û çîroka kurdî çêbû.

Di şeva ku eleqeyeke baş lê hebû de piraniya beşdaran ji bakurê Kurdistanê bû û hemû niştecihên Almanyayê bû Yûsiv ji pirtûka xwe "Auslander Beg" çîroka "Sen Turk Musun?" (Tu tirk î?) xwend. Her dawî jî Yusiv ji bo xwendevanan pirtûkên xwe îmze kirin.

Her wiha di şevê de Koma Rengîn jî çend stranên xwe pêşkêş kir.

Diyarname