Share |

Helîm Yûsiv li Mêrsînê: Li Rojava nifşê nû bi şans e

Nivîskar Helîm Yûsiv di gotûbêjê de li ser rewşa Rojava sekinî û got: "Nifşê niha yê li Rojava bi siûd e, ew niha dîrokê dinivîsin."

Li Mêrsinê bi birêvebirina Şaredariya Akdenîzê ku di destê DBP'ê de ye gotûbêjeke bi beşdariya nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv li dar ket. Gotûbêj li Salona Şaredariyê bi beşdariya gelek kesî ku salon tije bûbû li dar ket. Moderatoriya gotûbêjê dîsa yek ji nivîskarê malpera me Rifat Arya kir. Arya li ser navê xwe û li ser navê mêvanan pirsî, Helîm Yûsiv jî bersiv da, gotûbêj bi awayekî serketî dom kir.

Di gotûbêja ku di dawiyê de mêvanan jî pirsên xwe kirin de Yûsiv li ser rewşa nû ya Rojava, bi taybetî rewşa Kobanî û li ser nêrîna xwe ya li Rojava sekinî.

Yûsiv ku yek ji kurdên rojavayê Kurdistanê ye, kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşketinên li rojavayê Kurdistanê anî ziman, diyar kir ku li wê derê dîrokek tê nivîsîn û wisa got: "Li ser rewşa Rojava ez hem xemgîn im, hem kêfxweş im. Xemgîn im ji ber ku nifşê me, yên di temenê min de ne xwedî şanseke wisa bûn ku karibin dîrokê binivisînin, beşdarî guhartinên mezin bibin. Yê nifşê me bêhêvîbûn, şikestin hebû, rê li ber me kêm bûn, me bawer nedikir dê guhartinên wisa çêbin, lome ez deketim derve. Piştî derketina me derfeteke dîrokî hat, ev nifşê nû bû xwedî şanseke ku dikare dîroke binivîse, ji ber vî nifşî jî ez kêfxweş im. Bi kurtahî ez xemgîn im ev derfet nebû nesîbê nifşê me û ez kêfxweş im tiştek wisa dîrokî derketiye holê."

Her wiha Yûsiv li ser nivîskariya xwe, xirecira li ser berhemên wî, li ser pirtûka wî ya "Tirsa bê diran" û meseleya tirsê, meseleya sînor axivî. Dîsa meseleya Şermola û Komara Dînan Şermola ku ji çîroka wî lîstikek şanoyê hatibû amadekirin û lîstin jî axivî.

Piştî gotûbêjê nivîskar Yûsiv pirtûkên xwe yên ku çapa wan a nû ji Weşanên Peywendê derketibûn îmze kirin. Hat gotin ku nêzî 100 pirtûkî hatine îmzekirin.

Diyarname