Share |

Helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes koça dawî kir

Roja yekşembê 4/8/2013 li nexweşxaneyeke welatê Swêdê, helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes ji ber nexweşîya şêrpencê giyanê xwe ji dest da.

Şêrko Bêkes, helbestvanekî bi tiwane û bihêz bû, lawê helbestvanê mezin yê Kurd Fayeq Bêkes bû, di sala 1940 li bajarê Silêmaniyê ji dayikbûye.

Û li sala 1986`an de, Herêma Kurdistanê berda û berê xwe da welatê Swêdê û heya sala 1992`an, careke din vedigere Herêma Kurdistanê .

Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên Kurd yên hemdemî dihete nirxandin û xwediyê gelek dîwanên helbesta ye û helbestên wî jî bi gelek zimanên cîhanî hatine wergerandin.