Share |

Helbestvan Arjen Arî Dengê Ameda Kurdî bû!

Helbestvan Arjen Arî

 

Konê Reş

 

Di rojbûna Arjen Arî, yekê Nîsanê derew nekir û rastgo bû.. Têde zayîna Arjen Arî xwe diyar û ew bû dengê Diyarbekir..

Erê, Arjen biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin û xweş ziman ji talanên neyaran parast..

 

 Arjen Arî; hevalê min bû.. Em hogirî hev bibûn.. Çend carekî em bi hev û din re beşdarî festîvalên rewşenbîrî li bakur û başûrî welatê birîndar bibûn.. Em bi hev re çûn geliyê Laliş, me Lalişa nûranî tewaf kir û em bi hev re bûn Hecî..

Me bi hev re sikak û kolanên Qamişlo û Amedê pîvan.. û em bi hev re çûn serdana gora Fayiq Bucaq û seydayê Cegerxwîn û me dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kir û got:

Min ji bo we gelek tişt

Min dîwan û hin nivişt

Gol ji avê bûye mişt

Ez nizanim çi bêjim

Heta dil ranewestî

Ez nabêjim bi sistî

Kêr gihaye ser hestî

Ez nizanim çi bêjim..

Ez jî di vê derbarê de nizanim çi bibêjim, hema ji van gotinên rehmetî Arjen Arî çetir nabînim, dema gazî quling û koçerê dike:

Qulingo!

Qulingê baskşikestî ye dilê min

Ji bin milê çepê birîn-xedar!

Evdalo, kê li me neda tivingê?

Ne ez têr geriyam, ne te têr ax xwar..

 

Koçerê!

Bi te re koçer bûma!

Bi te re têr bûma, birçî bûma

Girtî bûma, kuştî bûma...

Li van axan, koçerê lêêê

Bela ne penaber bûma!

Û qet ne di wê baweriyê de me ku Arjen miriye.. Arjen bi berhem û gotinên xwe her dem bi me re dijî.. Arjen zindiye.. zindiye.. Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bihişta rengîn be.