Share |

Helbestvan Asiya Xelîl “min jan, xem, û xwenên xwe di helbestan de dîtin”

hevpeyvîn: Hozan Emîn

Asiya Xelîl li bajarê Dêrika Hemko li Rojavayî Kurdistanê, ji dayik bûye, Bi salaye  bi zimanê Erebî û vê dumahîkê bi Kurdî helbestan dinivîse .

Em Li Dihokê lê rast hatin, ku bi seredan yekem car hatibû herêma Kurdistanê, û  me li ser kar  û xebatên wê  ev  hevpeyvîn bo rojnama Evro çîkir.

-      Ti wek helbestaveneke Kurd bi kurtî xwe çawa dide naskirin    ?

belê sipas bo we, ez ji daykbûya bajarê Dêrkê me, û helbestan bi zimanê Erebî û Kurdî dinivîsim, min di jiyekî biçûk de dest bi nivîsînê kir, min piştigirî ji malabata xwe hin hevalan dît ew ez handam ku ez berdewam bikdim, û ez ketim nava xebata siyasî jî, wê demê ez ji helbestê hinekî dûr ketim, û piştî derçûna min ji peymengehê , ez hatim girtin, min di zindanê jî helbest nivîsanidin, heya ez derketim, min dîwana xwe ya yekê çap kir.

-          Çi riftar û eger bûn te paldan nava meydana Helbestê ?

 

ez bi xwe nizanim çi reftar bûn, lê belê gelek pirtûk li mala me hebûn, min ji biçûkatiya xwe de dest bi xwendinê kir, û heza min ji zanistiyê û naskirina toreya erebî û a cîhanî, ev bûn hevkar bo min ku ez rewşenbîryek û kesaeyeteakê bo xwe çîkim û wan xwen û xeyalên xwe vehûnim, loma min helbest nivîsand dibê ku ew a herî nêzîk bû bo giyanê min .

-          Berhema te ya yekem " tiliyên xwe bexşî gustîlkên ronahiyê dikim" bi zimanê Erebî derketiye, tu dikare ji mere behsa wê bike  ?

Belê dîwana min li Lubnanê çap û belav bû di dawiya sala 2010an de di dema şoreşên buhara erebî destpêkirbûn, helbestên têde belav bûne vedigerin salên berê û hinek ji wan ê ku min di zindanê de nivîsandibûn, min janê xwe , xemên xwe, xwenên xwe û dîtinên xwe yên giştî ne yên kesayetî têda destnîşan kirine û nivîsandine.

-          Tu çawa dinirxîne, ma gelo wêjeya kurdî bi zimanekî biyanî di xizmeta rewşenbîriya kurdî de ye !??

bê guman nivîsîna bi zimanê dayikê gelekî girînge û dem hatiye ku mere pê binivîse, lê demên berê tê zanîn ku zimanê kurdî qedexe bû û heta di zindanê de jî dihat qedexe kirin loma me berê xwe da zimanê wan desthiatdaran, lê ev nayê wê wateyê ku mere bi zimanekî dî jî nenivîse, û em dibînin gelek nivîskarên cîhanî ne bi zimanê xwe yê dayikê nivîsandin, lê wan şaristaniya xwe û toreya xwe bi zimanekî dî anîne ziman, ez hêvîdarim em li vê mijarê bi vî awayî binêrin, û çi kesê kurd ku bi ziamnekî dî nivîsî be, dîrok û cultura xwe anîye ziman û ev tişt wan xuya dike .

-          Xebat û pîlanên we yên pêşerojê çine, gelo hûn nafikirin berhemek xwe ya din jî çap bikin Yan imkan tune ye ?

belê dîwana min ya didwan bi zimanê erebî hîn temam nebûye, û ez xwe amade dikim bi zimanê kurdî jî dîwanekê çapbikim dema bi dawî were.

-          Tu ji rojavayê kurdistanê tê, û em Zanin ku îro şoreşek heye li wê deverê, bi kurtî be jî rewş ber bi ku vê diçe ?

belê mixabin roj bi rojê rewş xerbtir dibe, ev xwîn û şewitandin û jan gihişte asta hew tehmul dibe, gelek acanda hene û gelek dest di nav de ne , û tirsa mezin heye ku ev şoreş di dest olperstên hişk keve, ev viyana gelan ku bang dike bo azadiyê û rumeta xwe wê dawî ew bi serkeve, lê dîsa jî piştî ve xerakirina mezin , avakirin û karek mezin lazime.

-          Hûn yekem car tên herêma Kurdistanê, hûn çawa dibînin, bi çi hestî tu dikare derbirîne?

wexta tu li ruyên xelkê vê herêmê dinere tû razîbûn û hestên bi ewlekariyê û xwecihbûnê û baweşandina jiyanê dike, ev kefxweşiyekê dide mirov û heya rundikan ji çavan dibarînin, vî milletî azadiya xwe bi destînaye ev mafê her kesî ye ku bighêjiyê piştî janek dirêj û xisarên mezin, ev cihê destxweşiyê ye û divê her kes van destkeftiya berevaniyê lê bike.

 

 

Rojnama Evro