Share |

Helbestvan Dilên Miletan İn”… Di Şevbuhêrkeke Helbestî De Li Amûdê”

 

Navenda Kemal Derwêş a Rewşenbîrî li bajarê Amûdê, duh Înê şevbuhêrkeke helbestî û sitranbêjî bi amdebûbûna  birek ji helbestvan û hunermendên Kurd li dar xist.

Şevbuhêrk bi rawestana xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanan dest pê bû, paşê kesên beşdar helbestên xwe yên cihêreng xwendin.

Her wiha şevbuhêrk bi beşên sitranbêjiyê ji aliyê H.Ebdulhelîm Xencer, Mihemed Can, Zkeriya Ismayîl û Ebdulqadir Bavê Felek ve hat rengandin.

Di çarçoveya vê hilkeftê de helbestavan Ciwan Ebdela ji Bûyer re zelal kir ku” Helbestên hatîn xwendin, babetên cihêreng vedihewandin, hin ji wan li ser evînê, hin li ser welat û hin ji wan helbestên neteweyî bûn”

Ji aliyê xwe ve hunermend Ebdulhelîm Xencer got” Ez kêfxweş im bi tevlîbûna li vê şevbuhêrkê, nemaze di pişt vegera me ya ji Kurdistana Başûr hat”

Taybet-Bûyerpress