Share |

Helbestvan Dildarê Aştî :Helbasta kurdî xwe li ser lingan girtiye…Hevpeyvîn : Rizoyê Xerzî

Helbestvan Dildarê Aştî
Helbestvan Dildarê Aştî

  Me vê carê jî berê xwe da bajarê êvînê Qamişloyê û der barê helbest, ziman, êş, bîranîn û jiyana evîndarekî helbesta kurdî, bi helbestkar Dildarê Aştî re hevpeyvînek kir. Aştî ji salên 90’î heta niha bênavber hespê hest û dilîniyên xwe di vê qadê de dibezîne.

-        Dildarê delal, bi rastî jî wekî dibêjin sal wekî sîleyan in, gelekî zû derbas dibin. Bi texmîna min cara dawî me 20 sal berê hevdu dît. Ez dixwazim tu bi kurtasî behsa rewşa niha ya helbesta kurdî ya li Rojava bikî û bi helbesta salên 90’î re bidî ber hev?

 

-        Bi rastî sal bi lez derbas bûn, di nav zehmetiya pêkanîna pêwîstiyên jiyanê de, di nav karûbar û pêdiviyên  rojane de, di nav melav û hewildana afirandinê de, xewinandin û kedkirinek bo nivîsandina helbesteke bi nûjentirîn şêwe bihête nîşan û dirûvkirin …

 Bi saya keda helbestvanên ji salên heştêyan ên sedsala borî, helbesta kurdî û bi taybetî ya nûjen, dikarîbû ji zikêşkê xwe tenatena bigire heta salên 90’î û niha xwe li piya û li ser lingan girtiye û navin baş di vê pêvajoyê de cih girtine.

Lê helbesta kurdî li Rojava bi şêweyê klasîkî, helbesta Cegerxwîn derbas nekiriye û ên ku li Cizîrî jî vedigerin ji xwe dûrî wê asta hunerî, ciwanî û felsefî ya Cizîrî ne.

Helbesta nûjen hino hino alavên xwe yên helbestî nû û peyda dike. Wê dikarîbû bi hezaran peyvên jibîrbûyî di pêvajoyeke helbestî de bi kar bîne, di wateyeke nû de vejîne, wêneyên helbestî bafirîne, rîtim û şêwazeke ciyawaz pêşkêş bike…

Bi tevahî hîna gelek pirsgirêk û alozî hene ku deq û heyberê helbestî jê digazine. Weke tevna helbestî, dereng hatina wateyê, dirêjkirina nepêwîst a hevoka helbestî, nerewabûn û liherikbûna zimanê helbestî, kêmezmûna bikaranîna peyvê ji bo dahênana wateyên durû û peyhevhatina û daşopandina demî a tîpan û rîtmên dengînî û hwd.

 

-        Piştî ewqas gavên hêja di warê perwerde û avakirina dibistan û zanîngehên kurdî de, em dîsa dibînin ku li ser malperên civakî piraniya ciwanan zimanê erebî bi kar tînin, gelo sedem çi ye?

 

-        Ev bixwe mijareke gelek girîng e, bersiva wê ne hesan e û pêdivî bi lêkolîneke dûr û kûr heye. Bi hacetî lêvegerîn û şopandina serbor û tecrûbe û dîroka miletên hempa ye. Ev pirsgirêkeke siyasî ya bingehîn e, bo gelên ku bindestî dîtine û zimanê wan derfeta xwe bo pêşketin û nûjenkirinê nestandine…

 

Duzimanî yan pirzimanî, bêguman derfetin civakî yên fireh li ber mirov vedike, lê pirsgirêkên wê jî hene. Bandora wê li ser pêkhatina derûnî û çandî ya mirovan pir e, digihê astekê  ku mirov hestiyar dibe ku du kesayetan di hundirê kesekî de dijîne. Mirov bêhtir dikare derûna xwe, hestên xwe, bi zimanekî bêhtir ji yê din derbibire. Her zimanek aliyekî ji kesayetiya mirov diyar dike. Wisa jî yek ji erkên ziman dezgeha têgihiştin û hevgihiştin û danûstandinê ye. Lewra di welatên pirziman de, her tim zimanê sereke bêhtir derfeta xwe dibîne û bêhtir mirov daxwazên xwe pê bigihînin. Her wisa jî çalakiyên zanînê yên ziman, bi ramandinê ve girêdayî ne û têkiliyeke diyalektîkî di navbera wan de heye; raman di qalibekî zimanî de tên dariştin. Xewn jî bi zimanekî taybet dihêne dîtin. Em dibêjin zimanê dayikê , lê dayika kurd jî ne bi zimanekî kurdî yê rewa û xwerû bi zarokan re dipeyive. Ji xwe hîna zarok piz e, di malzarokê de ye, gelek dengan werdigire û dibe ji pêkhatina wan a derûnî.

Ev bi tevayî, bersiva taybet a pirsa te ye.

Di çarçoveya raman û mijarên borî de, zimanê kurdî nebûye zimanê sûk û bazarên aborî û teknîkî. Ev demek e dîrokî jê re divê, wisa jî çend nifş pêwîst in, da ku serhevdemanek çandî, kultûrî ya naskirin û zanînê çêbibe. Wisa jî, destkeftiyên ku pêk hatine li Rojava hîn temenê wan kin e. Berhem û derencamên wê di demeke pêş de bên diyarkirin. Tevî ku xwendevanên zimanê kurdî roj bi roj pir dibin û dest pê kirine carcaran di berhemên cur bi cur de diyar dibin.

Serbarî vê tevî jî, sedemên siyasî bi xurtî himberiyê dikin û rewşenbîrên kurd dixwazin dengê doza xwe bigihînin firehtirîn û dûrtirîn cihan.

 

-        Piştî êrîşên li ser herêmê gelek kesan ji deverê koç kirin û di heman demê de gelek kesan ji deverên din koçî bajarên kurdan kirin. Vê yekê bi xwe re çi guhertin, bi taybetî li Qamişlo ji ber ku tu li wir dijiyî?

 

-        Di karesatên mezin de, di bûyer û krîzên aloz de, di cengên navxweyî de, (û ev pesn û rûdêmên rewşa Sûriyeyê bi tevahî ne), gelek mişextî û koçberî çêdibin, ji hin deran ber bi hin deran ve, ji hundir ber bi derve ve…

 

Vê çi bandor kir?

 

Welatekî weke Sûriyeyê, ku zihniyet û hişmendiyeke netewperest a teng fermandarî lê dikir û siyasetên ciyawaz û şovînist der barê kurdan û pêkhate û kêmnetewan de dihate bikaranîn û çespandin, weke derencamên vê siyasetê miletên Sûriyeyê ji hev ditirsiyan. Hev nas nedikirin, li ser hev bi kîn bûn. Vê rewşê tevlîbûnek çêkir, naskirinek di nav pêkhateyan de çêkir, bêhtir xelk di warê civakî, çandî û derûnî de nêzîkî hev kirin. Wisa jî biyaniyan bêhtir kurd û doza wan nas kirin. Gelek ji miştextî û koçberên ber bi herêmên kurdî ve hatin, herêm wek cihekî ewle ji xwe re dîtin, lewra kar û barê xwe û gelek pîşe û pîşemendiyên nû bi xwe re anîn van herêmên me.

Lê ji hêleke neyînî ve, weke guhertineke etnografîk çêdike. Hino hino rûdêmên herêmê tên guhertin, li nik guhertinên demografîk li herêmên dagîkirî.

 

-        Ji 80’yî û heta salên 90’î kovarên wêjeyî yên wekî Rojda, Zanîn, Gulîstan hebûn. Niha li Rojava çi kovar û rojnameyên kurdî hene?

 

-        Bi rastî niha çalakiyeke çapemeniya baş fereh tê kirin; gelek rojname û kovar derdikevin. Wisa jî gelek pirtûkên wêjeyî lê bêhtirên wan navrokên wan kevn in û berhemên kevn in û derfeta çapkirin û belavkirinê dîtine.

Cihê mixabiniyê ye ku ez mikur bêm û bibêjim pênc yekitiyên nivîskarên kurd hene, ev jî nahêle yan dibe kelemek bo çêkirina tevgereke wêjeyî û aferînî. Her wisa jî çêkirina tevgereke rexneyî ku afirîneriyan bişopîne.

 

-        Dildar ez dizanim ku ji beriya salên 90’î tu helbestan dinivîsî, lê tevî ewqas sal berhemên te yên çapbûyî gelek kêm in. Ne şaş bim tenê pirtûkek te hatiye çapkirin, sedem çi ye?

 

-        Rast e, tenê berhemeke helbestî çap bûye, berê me nexwest zû bi zû em çap bikin, piştî me xwest çap bikin derfet kêm bûn. Niha di baweriya min de, derfet heye min xwe vala nedîtiye, bi hêvî me ji niha û bi şûn de wê dest bi çapkirinê bibe. Niha derdora heft berheman amade ne. Tevahiya wan helbest û berhemek ji wan taybet bo zaroka ne, ango helbestên zarokan e.

 

-        Helbesta te ya herî şîrîn li ber dilê te kîjan e, yan jî tu dixwazî kîjan helbesta xwe diyarî xwînerên rojnameya me bikî?

 

-        Bi rastî ev bijarteyek zor e. Helbesta ku ez jê hez dikim hîn min nenivîsandiye. Tevî çend helbestên min di pêşbirkên berfireh de xelata yekemîniyê girtine, lê dîsa dikarim çend helbestan diyarî bikim. Hêvî dikim ku xwînerên rojnameyê pê dilxweş bibin.

 

-        Her wiha peyama te ji bo xwîneran çi ye?

 

-        Li nik dawaxwaziya mirov bo wergirtin û bidestxistina firehtirîn zanîn û naskirinê, zimanê gelan nasnameya wan e, ciyawaziya wan e, rola wan ya şaristaniyê di dîroka mirovatiyê de diyar dike. Gencîneya zanîn û dîrok, raborî û paşeroja wan e. Bi zimanê dayikê mirov dikare bêhtir hest û agah, bêrî û xewnên xwe veguhêze, helwesta xwe ya mirovî derbibire. Zimanê xwe biparêzin, pê bixwînin û binîvîsin, nemaze di warê wêje û aferînî de, helbestên xwe, çîrok, şano, pexşan û romanên xwe. Hewil bidin ku hûn zimanekî rexneyî têr têgeh û zarava peyda bikin. Grûp û navendan saz bikin, ji bo tevgereke wêjeyî û rexneyî bi hev re kar bikin, tekoşînê bidomînin.

 

Dawî ez dixwazim bi çend helbestan xatirê xwe ji te û xwînerên rojnameyê bixwazim.

 

Hişkolekî

Peyvên te

ji higivtinê hilû bûne

ji destên te dişemitin

nav xîmava diruşman…

bê elend wate dibûrin

bê rengên bûyerê wêne derbas dibin

ramanên te

nabin ferişt û perî

hişkolekî digindirin

li ber gav û simên kerî!!…

 

22/1/2021

 

Dariştin

 

Helbestvano!

Piştî vê kêferatê

Piştî vê bobelatê

Te çi got û çi pêk anî ?!

Xewnerojên jar

Li baxan nebûn mêvan

Xoşxewanên xavî bêzar

Li qêrîna mişextan nebûn sîwan…

kî li qêrîna hejaran dişênije?

kî li şewata helbestvanan dipêjine?

tenê em temenê xwe dipûrisînin

di hûçikên şevê de

sawîran diguhêzin

metirsî hiş dikevêjin

ceng tiliyên şanîdanê dibirêjin

emê çawa

nameya xwe bi hûrbînî bidarêjin?!…

21/1/2021

 

Neşewitîne!

 

Bi debengiya pesindanê

Bavê xwe neşewitîne

Min ji nêz ve ew nas dikir

Bê quloç bû

Ne gayê yarîgehan bû

Ne piling bû dizûriya

Ne baz bû digeriya

Dilê wî çivîkeke bê ziyan bû

Bi mizgînî

Bax bi bax difiriya!…

5/4/2020

 

Dildarê Aştî kî ye?

 

Di 25’ê cotmeha sala 1966’an de, li gundê ‘Navkurê’ yê bi bajarê Qamişlo ve girêdayî, hatiye dinyayê. Lê di dosyayên fermî de, jidayikbûna wî 1969 hatiye qeydkirin. Li bajarê Qamişlo dijî û ji qurbaniyên serjimêriya 1962’yan e. Destpêkê bi zimanê kurdî, bi kêşesazî helbest nivîsandine. Di nîvê salên 80’yî de, dest bi helbesta nûjen dike. Dîwanek wî ya bi navê ‘Were vê êşa bilind’ hatiye çapkirin.

 

 

Jêder : rojnama xwebûn