Share |

Helbestvan Hesenê Hecî silêman bi madalyaya Zêrîn li Kazakstanê xelat kirin

Helbestvan Hesenê Hecî silêman
Helbestvan Hesenê Hecî silêman

Rojnameger, helbestvan û derdkêşê çanda kurdên Kazakistanê Hesenê Hecî silêman, bi merasîmeke taybet ji hêla dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hate xelatkirin.

Sebaret 15 Saliya Festîvala Biratî û Dostaniya Gelên Kazakistanê, li Astana ya paytexta Kazakistanê festîvaleke mezin hate li darxistin. Di festîvalê de, ji bo ku ked û emegeke mezin dane rojnamegeri û edebîyatê li Kazakistanê, çend rojnameger û redaktorên kovar û rojnameyên kêmneteweyan hatin pîrozkirin û xelatkirin.

Rojnameger û helbestvanê Kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi madalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê” hate xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, edebîyat, biratî, dostanî û bihevrebûna gelên li Kazakstanê dijîn dikin.

Dewleta Kazakistanê di festîval û xelatdayînê de di ast û dereceya herî bilind de hate temsîlkirin. Cîgirê Serokê Assamblêya Gelên Kazakistanê E.L. Tûxjanov, li ser navê Serokdewletê Kazakistanê Nûrsultan Nazarbayev beşdarî li merasîma xelatdayînê kir û tevî Hesenê Hecîsilêman, çend rojnamegerên “kedkar” bi madalyaya zêrîn rewa kir

Hesenê Hecî silêman yek ji berpirs û kedkarên Rojnameya ‘’Jiyana kurd’’ û kovara ‘’Nûbarê’’ ye ku bi salan e li Alma-Ataya Kazakistanê weşana bi zimanê kurdî dikin. Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Serokê Federasyona çand û hunera Kurdên Kazakistanê “Berbangê”ye û li ser navê civaka kurdên Kazakistanê kêfxweşî û razîbûna xwe ji bo Hesenê Hecîsilêman diyarî dewleta Kazaxistanê kir. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman mêrxasekî çand, wêje û kelepora kurdên Kazakistanê ye.

Hesenê Hecî silêman , ji sala 1998-an heta roja îro her tiştê rojnameya “Jiyana Kurd” e. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 60 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.

Kovara ‘’Nûbar’’ û rojnameya ‘’Jiyana Kurd’’, bi han û hewldanên mezin ên Hesenê Hecî silêman, li herêmên Alma-Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Taşkend, Semerqend, Bûxara, Kaskilên, Cambûl, Bîşkek, Oş û Celalabada Anqrên, Qazakistan û Asîya Navîn, li cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji hejmarên kovar û rojnameyê jî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.

Hesenê Hecîsilêman heta niha gelek caran ji hela rêveberên Dewleta Kazakistanê ve hatiye xelatkirin. Ew Endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Kazakistanê ye. Hecî silêman her wiha endamekî navenda PEN-a kurd e.

Hesenê Hecî silêmanê helbestvan ku xwediyê çend berhemên edebî ye, çend caran jî bi boneya beşdarîkirina festîvalên hunerî û wêjeyî serdana Herêma Kurdistana Federe kiriye û di van festîval û çalakiyan de hatiye xelatkirin.

Hesenê Hecî silêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê ye. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên kurdan, malbata wan jî Çemê Aras derbas bûye û li Ermenistanê bi cih û war bûye. Hecî silêman piştî salên 90-î, di serdema Şerê Qerebaxê de ku bû sedema fermalûbûn û koçberiya bi deh hezarê kurdan, tevî malbata xwe koçî Alma-Ataya Kazakistanê kir û vê gavê di nava ber û pismamên xwe de dijî.

 

Salihê Kevirbirî

http://duhokwriters.com