Share |

Helebestvan Yasîn Hisên” Helbest ciwanî û bedewî ye, dengê dilê evîndara ye, dengê birçî û hejara ye, û dengê mileta ye”

Helebestvan Yasîn Hisên
Helebestvan Yasîn Hisên

 

Di sala 1970’î de li bajarê (Amûdê) ji dayik bûye.

* Sala 1990’î dest bi nivîsandina Gotar û helbestan kiriye û li piraniya rojname û govarên Kurdî Li rojavayê welêt berhemên xwe belav kiriye.

*Du salan cêgirê sernivîskarê rojnameya (Elemel) bû. Ev rojname bi zimanê Erebî li bajarê Silêmaniyê derdiket.

* Li dezgeha (Xendan) û rojnameya (Aso) kar kiriye.

* Ji 2005 heta 2007’an li radyoya (Xak) wekî bêjer û amadekarê pirograman kar kiriye.

* ji sala 2010’an heta niha berpirsê beşê Kurdî (Kurmancî) ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî û bêdaçûna bi dehan pirtûkên Kurdî li Enstîtuyê kiriye.

-Berhem:-Temberiya Benefşan,helbest(Li şamê çap bûye).-Azar,helbest(Heleb)-Lorîk,helbest (Herêma Kurdistanê-Silêmanî)-Tûrikê Zêran,çîrokên Folklorî ji Amûdê (Silêmnî-Enstîtuya Kelepûrê Kurdî)

Biwarê wergerandinê:1-Şanoya (Serdana Melîkê) ya Memdûh Idwan, ji zimanê Erebî wergerandiye zimanê Kurdî.2- Romana (Berf) Ji Erebî bo Kurdî.3- Şanoya (Çîroka Benefş û Yasemînê) Ji Erebî bo Kurdî.4- Pirtûka (Qelaya Kerkûkê) Ji zimanê Kurdî (Soranî) Bo zimanê Erebî.

P.1-Yasîn Hisên lawê xwezaya kurdistanê ye,gelo çi bandora vê xwezayê li te heye..û çawa tu bi vê bandorê gihîştî helbestê?

B-: Berî ez dest bi nivîsê bikim, ez mijûlî muzîka Kurdî bûm, min di gel girûp û komên Folklorî karê muzîkê dikir. û di riya stiran û awazên Folklorî jî, min helbesta Kurdî nas kir.

Piraniya wan awazan behsa ciwanî û xweşiya welatê min dikirin. Ji bilî wê, bi taybetî di werzê buharê de, dema em xwendevanên dibistanê bûn, em diçûn cola Amûdê ji bo xwendinê, bi rastî jî tabloyeke cadoyî ye ku bedena welatê merov hemû bi keskahiyê hatibe raxistin. nexasim ku bakurê Amûdê jî çiyayê Omeriya ye.

Bandora vê tabloyê heta aniha jî li ser min heye û min li ser nivîsand.

P.2 -Çi berhemên te yên helbestî hene?

B-: Sê pirtûkêm min î helbesta hene û hîna jî hene, lê mixabin derfetên çapê tune ne, lê yên ku min çap kirine ev in:

 1- Temberiya Benefşan- Helbest 1999 (Li şamê çap bûye)

2- Azar- Helbest 2003(Heleb)

3- Lorîk- Helbest 2013(Herêma Kurdistanê- Silêmanî)

P.3 – Emê çawa cureyên helbestê li hemû beşên kurdistanê ji hev nas bikin, gelo çemên hevbeş hene,an dûrahî û çandên cuda bend ava kirine?

B-: Ez dibînim ku helbest her helbest e, bi çi zimanî be û li çi welatî be.

Helbest ciwanî û bedewî ye, dengê dilê evîndara ye, dengê birçî û hejara ye, û dengê mileta ye.

Ji ber wê ez tu cudahiyê di navbera hebestên Kurdî de nabînim, li her çar parçeyêm Kurdistanê. Lê ji aliyê teknîk û zimanê nivîsê û dibistanên helbestî û naveroka wê newekhevî peyda dibe, ew jî vedigere ser helbestvan bixwe. Carnan em dibînin li yek jîngeh û li yek navçeyê du helbestvan ne wek hev dinivîsînin.

Helbest hewil dide ku di navbera kêferatê û dijîtiyê re derbas bibe, dixwaze serkeftinê bide azadî û bedewî û evînê.. û mirovahiya mirovan…

P.4-Asta hişmendiya helbestvan ji oveya nivîsîna helbestê re,dike ku ew ji geşta li nenasiya wê re xwe amade bike,çawa helbestvan di bêhinka nivîsandinê de.. dikare xwe ji zora yekem destdana deqê biparêze?

B-: We hingava yekem e, ku metirsiyê di dilê helbestvan de çê dike.

Li ser vê pirsê ez dikarim vê mînakê bînim ziman: Helbestvan Wekî minminîkê ye, li dora çira diçe û tê, heta êdî evîna wê ji ronahiyê re nayê tehmûl kirin êdî xwe diavêje nava êgir û xwe dişewitîne.

Ez dibînim helbestavn jî dawiya dawî nema dikare xwe bigre û xwe diavêje nava agirê helbestê.

P.5 – Kî mêvanê kê ye..helbest e an helbestvan e,an herdu mêvanên şahiya pêşbîniyên falbazekê ne?

B-: Herdu du mêvanên hev in, lê carna yek ji yê dîtir merd tir dibe, lê hinek car jî herdu jî dikevine rêyeke nepen ku êdî ji westanê bê deng dibin. Bi taybet di rewşa îro a ku welatê me têde derbas dibe û ev êşa berdewam, jana berdewam, ku dihêlin pênûs jî şehîd bikeve û bêdeng bibe, lê her helbestvan li çareyeke din digere da xwe biavêje rêyên din ji nivîsê re, ji ber dahênana wî bê dawî ye.

P.6- Li dawî..pirsek vekirî ji bo te bi spasiyê re ,tu dixwazî çi bibêjî..?

B-: Demek dirêj derbas bû ku me hevdu wenda kir, pêwîstiya me bi hevpeyvînên wisa bû. Bi hêvî me hûn serkeftî bin di karê xwe de û ez destxweşiya we dikim ku we ev derfet da me em bersiva van pirsên we ê bi nirx bidin… Sipas ji we re.

Amedekirin: Arşek Baravî   Adar 9-2017

 Amûdê | GUL FM