Share |

Her kî li ku be jê re pirtûk dê berdest be!

 

 

Her çiqas tê gotin ku ev demên dawî yên rojname û pirtûkên çapkirî ye, lê dîsa jî  hê xwînerê kurdiyê nikare xwe bigihîne pirtûkên bi kurdî çap bûne. Helbet sedemên van astengiyan nêrîna sîstema li Tirkiyeyê ye û ev nêrîn astengiyan li ber belavbûna kurdiyê derdixe. Koordînatorê e-Rûpelê Yakup Uğurlu, dest nîşan kir ku ji ber vê pêdiviyê dest bi weşanê kiriye û hewl  bidin ku her xwînerek kurdiyê li ku be pirtûkan bigihînin ber destên wan.

Uğurlu, destnîşan kir ku hê di weşangeriya kurdî de astengiya belavkirinê heye û ji bo ku vê astengiyê rakin wan projeyek waha çêkiriye. Uğurlu her weha dibêje: “Her çendî amûrên ragihandin û gîhandinê ewqas pêşketibin jî hê karê belavkirinê di weşangeriya kurdî de çareser nebûye. Piraniya belavkaran berhemên weşanxaneyên kurdan belav nakin an jî pirtûkfiroş berhemên kurdî danaynin ser dezgeyê xwe. Me jî, ji bo vê astengiyê derbas bikin û tu hewcedarî ji belavkaran re neyêlên projeyek waha çêkir. Armanca me ew e ku her kî li ku be pirtûk jê re bibin. Malpera me vebû û em hewl didin ku di demên pêş de baştir bikin.”

Uğurlu bal kişand ku wan daxwaza xwînerê kurdî li ber çav girtiye û malper bi zimanê tirkî, ingilizî û bi zaravayên kurmancî û zazakî xistine weşanê û bi vê biryara xwe hewl didin ku kurdî bixin nav qada bezirganî û teknolojî û ragihandinê.

 

Hûn dikarin ji erupel.com ê xwe bigihînin malperê.

 

Kulturname