Share |

Hevbenda N.R.K. li Sûrî xelata Cigerxwîn da nivîskar Konê Reş

Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji ber kar û keda wî ya berdewam di ber çand û afirandina kurdî de.

Xelata Cigerxwîn a ku di sala 2001ê de destpêkiribû, yek ji wan xelatan e ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî salane belav dike. Ta ana bi jimarek helbestvan vekiriye, ji wan: Seydayê Keleş, Bêbuhar, Mela Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso, Xelîl Mihemed Elî Yûnis, û Ferhadê Içmo.

Hêjayî gotinê ye ku dê xelat bi bihaneya roja cejna helbesta cîhanî di şahiyek taybet û li mala helbestvan a ku li taxa Xerbî li Qamişlo dikeve, radestî wî bibe.

Di dûv re emê cih û dîroka şahiyê ragihînin.

Stokholm

07/03/2014

Birêvebira xelatê
 Su’ad Cigerxwîn