Share |

Hevpeyvîn bi hunermend Dilovan re…Azad Kurdî

hunermend Dilovan

 

Em li bajarê Sint – Niklaas yê Belçîka bûn mêvanê hunermendê kurd Dilovan. Ew Kurdê êzdî yê Ermenîstanê ye. Heta niha 8 albûmên wî derketine û ya nû di rêyê de ye.

Ev pêncî sal in ku ew karê mûzîkê dike. Lawê dengbêj Reşîdê Baso ye ku dengbêjekî navdar e di nav Kurdên Ermenistanê de. Welatparpêzî û kurdewarî li hemû jiyana Dilovan dibare. Ligel ku temenê wî 60 sal in lê di karê hunerê de wekî ciwanekî bi hêz  xuya dike, ango bi gotina wî, avjeniya rojane ew wisa ciwan hiştiye. Dilovan li ûd û cunbuşê dixe; helbestan dinivîse û stranan jî dibêje. Hozan Dilovan bi hûrî behsa jiyan, serpêhatî û xebatên xwe kir û gezin û nerînên xwe jî bi xwendevanên Rûdawê re parve kir:

We kengî dest bi karê muzîkê kir?

Min ji 10 saliya xwe de dest bi karê muzîkê kir û min wê demê li radyoya Êrîvanê li alevên mûzîkê dixist. Min ji bo Efoyê Esed, Şeroyê Biro, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Karapêtê Xaço û çend dengbêjên jin wekî Sûsina Simo, Zagina Şekir, Eslîka Qadir û Belbi Qadir li mûzîkê dixist. 50 sal in ez karê muzîkê dikim, lê 45 sal in ku li ser sehnê me. Cara yekemîn di sala 1968ê de li Moskovayê li studyoya zanîngeheke navneteweyî ez çûm ser dikê ku tê de ji 80 netewan dixwendin. Me wê salê cara yekemîn Newroza kurdî li Moskovayê bi coşeke mezin derbas kir. Ez wê demê 15 salî bûm.  Piştre min xebatên hunerî li Fîlharmoniya Ermenîstanê dom kir ku orkestrayeke mezin a navneteweyî bû û Soviyetistana berê piştgirî didayê lê  ne Ermenîstanê. Li wir me li ser kilam û reqas û çandên cîhanê yên 16 gelan xebat dikir û stran û çanda kurdî jî di nav de. Piştî hilweşîna Sovyetistanê êdî ew xebat neman û niha nemane û pirr qels bûne.

We di orkestrayê de cih digirt?

Belê ez take kurd bûm ku tê de beşdar dibûm. Min bi salan di Fîlharmoniya Çand û Hunera Êrîvanê de karê muzîkê dimeşand. Vê yekê hêza hunera min a muzîkê pirr pêşde bir.

Niha navbera we û hunerê çawe ye?

Heta niha jî be hemû jiyana min girêdayî hunera muzîkê ye.

Çima niha hûn hewla avakirina orkestrayeke hunerî ya kurdî nadin?

Em kurd her fêrî karê takekesî bûne; Karê hevbeş û kolektîv hêj di nav me de cih negirtiye û zêde tekane karê xwe dimeşînin û di nav de hunera muzîkê bi taybet. Sedemên wê pirr in; lê yên sereke ev in; Nexweşiya me ev e ku em bêwelat in, bi bêwelatiyê em nikarin gavên wiha mezin bavêjin. Pirraniya hunermendên kurd li ser axa welatê din xebatê dikin.

Lê Başûrê Kurdistanê çawe ye?

Rast e statuyeke kurdan li Başûrê Kurdistanê heye; Xebatên hunerî li wir tên kirin lê xwedî pirr kêmasiyan e. Bingeha kurdî di muzîka niha ya Başûr de pirr kêm tê dîtin. Bandor û rengê stranên erebî zêde ji muzîka kurdî li Başûr dixuye. Muzîkvanên kurd li Başûr di bin bandora hunera welatên Erebî de ne. Nabe êdî hunermendên kurd kopiya ereb, tirk, faris û azeriyan bikin. Pêwîste dengbêjiya klasîk a kurdî bingeh bê girtin û hunermendên nû jî wê berfireh û nûjentir bikin û pêşkêş bikin.

Hûn bi xwe jî bi nûjenî lêdixin ?

Belê, ez bi nûjenî lêdixim, lê divê di muzîka nûjen de jî bêhna kurdî hebe. Nabe jî ger stranên berê bên vegotin, bên herimandin. Hunermend ev e ku wan bedewtir bike û bibêje. Folklor bingeha gelan e; ligel ku em muzîka xwe  modern bikin; pêdivî ye folklora kurdî jî têde hebe. Dengbêjî dîroka Kurd û Kurdistanê ye û nabe bê jibîrkirin. Niha hunerend heye 10 heta 15 hezar kasetan belav dike; lê mirov nikare carekê zêdetir guhdarî bike. Ruha kurdewarî ji wan nayê. Zêde melodiyên Ereb û gelên din kopî dikin.

 

Rewşa muzîka kurdî hûn niha çawe dibînîn?

Muzîka kurdî niha pirr tevlihev bûye. Hunermend bê qedir mane. Hunermendên ku xwe girêdayî siyaset û partiyên siyasî nakin, neçar in  di mala xwe de bimînin û kes nikare guhdariya wan bike. Gellek kesên ku hunera kurdewarî pêşkêş dikin, di malên xwe de bêdeng û qîmet rûniştine. Muzîka kurdî di nav hunera bilind a cîhanê cih negirtiye. Divê em xwe nexapînin, me kesekî wilo akademîsyen û jêhatî nîne ku di sêwiya muzîka cîhanî de xwedî nav û rol be. Kurd dengxweş in û folklora me zengîn, ger welatê me çê bibe wê demê ewê bi cih were.

Taybetmendiya wê çi ye ku malbata we bêhtir hunermend in?

Bavê min dengbêjekî mezin bû. Min rêça bavê xwe girt lê min hewil da hunera dengbêjiya kurdî bi nûjenî pêskêş bikim. Min xwest ku zarokên min gellekî cuda û baştir li ser hunerê bixebitin. Ji 4 zarokên min 2 jê muzîkvan in. Keça min Nûrê li Almaniya mamosteya zanîngeha hunerê ye û di orkestraya semfoniya Almanya jî de cih girtiye. Lawê min jî Reşo muzîkvanekî kêrkatî ye û herdu bi profesyonelî xebatên hunerî dikin.

Rewşa huner û çanda kurdî li Ermenistan û welatên din çawe ye?

Hemû çalakî û projeyên çandî û hunerî û medyayî li Ermenistan û welatên derdor yên serdemê Soviyetistana berê bûn. Niha roj li pey roj xebatên çandî û hûnerî yên Kurdan li wir qels dibin. Bi taybet li Ermenîstanê. Sedem jî ew dewlet in û naxwazin qîmetê bidin çand û hunera kurdî. Derfetên berê qet niha tune ye.

Jiyana we ya diyaspora kengê dest pê kir?

Ez sala 1990ê hatim Ewropayê. Berê min hatin û çûn dikir ji bo konsertan. Min wê demê di orkestraya Parvana de kar dikir û ez ji bo xizmetên zêdetir û vegeşandina muzîka kurdî hatim Ewropayê. Min çend salan ji ber pirsa Kurdistanê bi Hunerkomê re xebat kirin. Lê mixabin niha sarî heye û bêyî ku sedemên wê bibêjin, qet têkiliyê nakin û nabêjin. Ji ber ku ez destê xwe naxim nav polîtîkê, tu kes û aliyek niha me nas nake. Pirr hunermend bi polîtîkê cihê xwe vedikin. Ev yek şaş e, ev yek hunera kurdî bê qîmet dike.

Hûn niha ji jiyana xwe ya Ewropayê razî ne?

Niha mala min cihê hunera min e. Ez û malbata xwe qet li Ewropa asîmîle nebûn û malbata me niha jî kurdewarî maye. Bandora xerab a Ewropa ev e ku xelkê ji hev belav dike. Loma hunermend jî ji hev dûr in û belav in. Dezgehek û  saziyên kurdî ferq û cudahiyê jî dixin nav hunermendan. Her alî giringiyê didin kesên nêzîkê polîtîka xwe. Kurdên Başûr jî me nadin nav xwe. Ji ber ez kurdê ermenî me, li başûr û parçeyên din min nadin nav xwe. Ger ez Ermenî bûma, qîmeta min wê bêhtir bûya.

Hûn neçûne Başûrê Kurdistanê?

Ez sala 2005ê ligel delegasyoneke kurdên Ermenîstanê çûm seredana Başûr. Ez bi Keremê Seyad, Şekroyê Xudo, Tosinê Reşîd û Celîlê Celîl re çûm. Piştre deng nema. Min bi xwe jî daxwaz ji wan kiriye, kesî heta niha em  ne vexwendine ji bo karê hunerî.

 

 

Bruksel (Rûdaw)