Share |

hevpeyvîneke taybet di gel şêwekarê hunera Siriyalîzmê Ebdulxefûr Husên .

 

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Dema hunermendek bi nasnameya xwe ya hunerî xuya be, lê bê nasnamak kesayetî be,

 dema mirovek karibe bi sedan tabloyan biafirîne, û bi hizir û derbirîneka bi wate, û reng û dahênanekî  bi hêz, wan berhem bîne, me li Amedê seredana Etoliya wî kir, û ji bo ku mirov Ebdulxefûr Husên nas bike ev hunermendê veşartî ku xwe naxe bin ronahî ( Mediya) û bê deng karê xwe dike, divê mirovtabloyên wî bibîne, encax ew tablo pesnê xwe bidin, kermekin hûn û ev hevpeyvîn.

-          Tu dikare xwe bide naskirin ?

Ez ji dayikbûna bajarê Qamişlo sala 1964a me, em biyanî çêbûn li ser xaka xwe, û em bê nasname bûn, û niha jî ev 5 salan li Amedê dijîm, min dest bi kar û xebata hunerî li devera ez lê çêbûm û mezin bûm , û min li Sûriyê û li Amedê  gelek pêşengeh vekirine.

-          Tu dikare ji mere bêje bê çi hişt ku tu birisimîne, destpêka te çawa bû ?

Min hest dikir ku tiştekî gelek ciwan bi min re derdikeve, wexta min hin xêzik çêdikirin paşe me siruşta li dora xwe risimand, û her pêda çûm rismên min jî pêşde çûn, heya gihişt min portrê çêkirin, min hest dikir tiştek min dikşîne û min bi xwe ve girê dide, û evîndarî û eşq di navbera min û rismê de çêbû, û min nema dikarî xwe jê dûrbixim û ez pêvehatim girêdan.

-          Ev tê wê watê ku ev hunera bi tere çêbû ji biçûkatiya de ye, ev tişt di giyane te xwe da der, te çilo ev dahênanî perwerde kir?

Ez bi xwe bûm dîsa, her tiştek min çêdikir, heza min jêre zêdetir dikir, û min bêhtir pal dida nava cîhana hunera şêwekarî, ev di gel pêwendiyên min bi birader û hunermendên devera me re wê deme, û temaşekirina hunera şêwekarî ya duniya yê , bê guman ev jî mirov pêş de dibe, her kesê ku li karê min dinerî ez handidam ku ez birisimînim û tabloyên min dibû cihê sirincrakêşana birder û hevalan û derdora min ev jî dihişt ez hîn behtir bixebitim.

-          Hunera te hilbijartiyê ji nava cûryê hunera şêwekarî " Suryalî ye" tê zanîn bê ev çiqas zehmet û ne hesane mere di tabloyên wê têbighê, çima te ev şêwe tercîh kir?

Min destpêkê sirûşt û portrê risimand, min hest dikir ev kare têra min nake û min tiştin din dixwestin, tu dikare derbirînê ji ramanên xwe bi şêwakî din bike , min hizir dikir ku gerek ez bi tiştekî zehmet û girantir hunera xwe derxînim, ev dibe wek mînak, pêşketina di nava helbestê de, ku bi demê re çêbû, çawa helbestvan karîbû xwe ji wan qeyd û girêdanên qafiyê û wezin xelas bike û helbesteke nûjen binivîse, min hest dikir ev huner jî min bi sînor dike û min nedikarî hemî asoyên di hizir û bîrên xwe de pêkbînim di wê riyê de, min xwest ez ji wî şêweyê derbirîna kilasîk xelas bibim, û bi reng û cureykî din kar bikim, min xeyalên xwe di "Suryalîzmê " de dîtin, û min da nav, û min hûrtir û kûrtir û dûrtir kir di avakirina tabloyê de û hilbijartina reng û wêneyan de, û ez dixwazim ded û kulê civaka xwe bi wî rengî derxînim û belav bikim.

-          Başe ma gelo, çavê bîneran fêrî vê hunerê bûye, yan civaka me teqebûl dike ?

Na ev çure huner zor û girane, her kes nikare zû tê bighêje, ji ber hunera suriyalî firehe û vekiriye li ser her alî, ne wek tu li tabloyekê ku gul û dar û siruşt tê de hebin, ev her kes dikare ji xwe re şirove bike, lê gereke mirov hinekî li gora civaka xwe jî tevbigere, hege mirov tabloyên suriyalîst jî çêke gerek li gor radeya civakî wî bin, tu dinere bê civaka Ewrupî gihiştiye çi radê, hunermendên wan tabloyên gelek zehmet çêdikin, lê rula hunermend jî ewe ku hindekî hewl bide civaka xwe jî rake, û wan fêr bike ku tablo ne tenê ev tiştên ber çava ne, lê wexta ku mirov hest bike ku ew şêwe nema derbirîne ji hestên wan dike, mirov pal dide li tiştin nû bigere, ev di Ewrupa de çêbû û di gelek qûnaxan de derbas bûn heya gihiştin vê radeyê û bi sedên sala dirêj kir.

-          Ma tu dibîne ku hunermendek, xwe girê bide bi dibistanek hunerî , ma ev pêwiste ta ku hunera xwe bi hêztir bike?

Na bê guman, mirovê ku bi vî karî radibe, li gora min girînge ku nasnamakê ji tiştê ku pêşkêş dike çêke, lê ev nayê we watê ku tiştên dî çêneke, lê belê girînge xwe bizanibe bê di çi riyê de ye û xwe di çi de dibîne.

-          Em dixwazin di derbarê çalakiyên te de, hin agahiyan werbigrin, te çend pêşengeh vikirine, û hwd?

Min li Sûriyê gelek kar dikir, min gelek tablo çêdikirin, û me gelek pêşengeh jî vedikirin, lê astengî hebûn ji hêla siyasî de wexta ku mere hest bi zulmê dike û civaka me ne azad be, û rêjîmek ku heza derhênanê yê nake û astengî ji me re çêdikirin û heta digotin ev ere yan ev na, bê guman ev ji bona min cihê nexweşiyê bû , hunermend gereke azad be û bê bend û qeyd kar bike , û ji aliyê abûrî  jî astengî hebûn, min nezîkî 58 pêşengeha li Sûriyê bi tevahî vekirin jê 38 ê min bi xwe bûn , û min 10 xelat jî wergirtine, yek jê di sala 2005an min xelata yekim li ser astê Sûriyê werigirt, paşê ez hatim Amedê ji bo ku ez karibim karê xwe hîn xurtir û mezintir lê bikim, min 8 pêşengeh li vir jî vekirin lê min dît ev huner bala xelkê pir nakişîne, , ez hewl didim ku ez vê hunerê bidim dora xwe û belav bikim, û dixwazim xelk bên û bibînin, pirsiyara ji min bikin li ser wata vê tabloyê yan a dî, min ji ber wilo Komek ji xwe re çêkirye ji 12 kesan pêk tê, ez wan fêr dikim, jib o ew jî hidek din fêr bikin.

-          Di dawiyê de , tu çi dixwaze bêje?

Ez hez dikim werim Herêma Kurdistanê û hunera xwe pêşkêş bikim, ez dibhîzim tevger û liveke baş heye , û gelek hol û cihên baş hene bo pêşengeha, û çalakiyên hunerî baş hene, hege delîve hebe ji dezgeh yan çi aliyek pêwendîdar min dawetî wir bikin, ez bi kêfxweşî  di gel tabloyên xwe amade me.

 

 

Rojnama evro