Share |

HRRK li Silêmanî konferansê li dar dixe

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) piştî şaxa Bakur vê carê dixwaze li Başûr şaxa xwe veke.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi kurtenavê xwe "HRRK" di avrêla sala 2004'an de, piştî Serhildana Qamişlo li bajarê Sanviken ê Swêdê hat avakirin. Hevgirtinê demek kar kir, lê demek dirêj jî bêdeng ma. Piştî pêşketina rewşa rojavayê Kurdistanê HRRK jî careke din şên bû.

HRRK van salên dawî li Ewropayê kar û xebatê dike, ji wir deng dide Kurdistanê. Mîhrîcana çandê, berhevkirina alîkariya ji bo Kobanî û bi giştî ji bo rojavayê Kurdistanê hin xebatên ku HRRK'ê kirine.

Niha Serokê HRRK'ê şêwekar Hesen Abdullah e. HRRK'ê par li Amedê konferansek li dar xistibû û pêre jî li Amedê şaxek, bi navê din "HRRK-Bakur" ava kiribû. Niha HRRK di rojên 1-2'yê gelawêjê de li Silêmaniyê konferansek li dar dixe û dike ku li wir jî şaxa xwe, bi gotinek din "HRRK-Başûr" ava bike. Ji bo konferansê li ser navê HRRK'ê Ehmed Huseynî, Helîm Yûsiv û Mehmûd Dawûd çûne Silêmanî. Li bendê ne ku li dor 30-50 nivîskar, rewşenbîr, hunermendên ji rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bibin û jê encamek bi dest bixin.

HRRK her ku diçe zêdetir bala xwe û meyla xwe dide ser rojavayê Kurdistanê. Li gor agahiyên ku ji rêveberî gihîştine ber destên me di demên pêş de ew dixwazin bi temamî karê xwe bibin hundirê welat, kongreya xwe ya 5'an li nav welat lidar bixin, navendê li nav welat ava bikin û beşên din ên heyî wekî şaxên HRRK'ê bidomînin.

 

Diyarname