Share |

Hunermendê Kurd Se’îd Yusif koça dawî kir

Hunermendê Kurd Se’îd Yusif

 

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif (74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, roja çarşembê 26-2-2020 jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Se’îd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di nava hunera Kurdî de û her weha jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.

 Se’îd Yûsif yekem kes bû ku Biziq anî Qamişlo û li ser destê wî bela bû û bidehan huneremnd li ser destê wî fêrî wê bûn û bikaranîn.

Hunemend Se’îd di sala 1947`an li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û ji 18 saliya xwe dest bi hunerê kir û bi sedan stran çêkirin.

 Ew ne bi tenê sazvan û sitranbêje lê belê helbestvane û awazjene jî, ji destpêka xwe de peyv û awazên sitranê xwe bi xwe danîne û wisa jî daye dehan ji hunermendên dî jî.

Di salên şêstî de wî berê xwe da Beyrutê û li wir Koma Newroz damezrand û dest bi belavkrina mûzîk û filklorê Kurdî kir, ku bala civaka, hunermend û siyastemedarên Libnanî kişandiye ser xwe û navdengê wî belav bûye li seranserî Kurdistanê, û ta roja îro tên sitrandin mîna "Ez Keçim keça kurda me", "Çawa tê her e" ,"Oy Felek".

ji ber berhemên wî UNSCO komek ji stranên wî çap kir li ser CD ya zêrîn , û li Nemsa polek bi navî wî çap kirin û her weha bi dehan xelat wergirtine.

Em bi navê dezgeha Sema ya çandî û hunerî em sersaxiyê ji malbata hunermndê navdar û dost û heval û hogirê wî re dixwazin. ku me bi dilekî xemgîn nûçeya oxirkirna mamostê hunermenda û mîrê bizqa kurdê bihîst. Û Bi koçkirina Hunermendekî navdar mîna Se’îd Yusif hunera kurdî sitûnek xweyî bilind winda kir û wê sax be di dilê gelê kurd de. bi hunera xwe bi denge xwe bi awazê xwe ticarî namire.

Dezgeha Sema a çand û hunera kurdî

 

 

 

Hewlêr 26-2-2020