Share |

Hunermendên Efrînî ji bo Warê Xwe Straneke Hevbeşî Afirand

 

 

 

 

Hejmareke hunermend û dengbêjên Efrînî srtaneke hevbeşî ya bi navê Eşqa Te Yar tomar kir û Komîna Sînema ya Avrîn jî klîba wê stranê amade kir.

Hunermend Neîm Şebab peyîv û awazên stranê danîne û Rênas Kurdax belavkirina muzîkê û Mihyedîn Erselan jî derhênerîya klîbê kiriye.

 

Erselan ji Dengê Amerîka re got ku çîroka ku di klîpê de hatiye honandin ne dûrî êş û bîranînên derbiderên Efrînî ne.

 

"Me herwiha xwest ku zengînî û resenbûna çanda Efrînê nîşan bidin ku çiqas rastî êrîşan were jî ew tine nabe."