Share |

Hunermend Birader - Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewleta xwe ava bikin… Hevpeyvîn: Mahir Hesen

Hunermend Birader
Hunermend Birader

Guhdarîkirina dengê wî Mirovî dilxweş dike, û wisa di xeyelên dûr û kûr de diçe. Ji Piçûkanî hestên xwe bi rêkûpêk kirine, heya ku bandorek erênî li her nifşî kir. li ser rewiştê, û rêwîtiyê, niştîman, hw… strandiye.

Berî em Derbasî hevpeyvînê bibin, em ê li Dîroka Muzîk ê vegerin, ku bi gelek ramanan hatiye vejandin, ji Pythagoras dest pê dike, ku tê gotin ku destpêka wî bi matematîkê re bi muzîkê buye, her wisa jî ku feylesûf Platon muzîk bi zagonek ehlaqî destnîşan kiriye û girîngî pir pê da ye. Divê li vir jî em zelal bikin ku muzîk ji gelê Alman re rolek taybetî lîstiye, û Karl Marx jê re digot “Bêbextiya Almanan” Ewqs.

Ji ber vê yekê jî Muzîka kurdan bi qasî xemgînî, tirs û şahiyê bihêz e, û ji lewma berhema Hunermand Hozan Birader wek xebatê tê dîtin. Di vê hevpeyvîn ê de em ê wî ji nêzîk ve bi nasînin.

1- Tu dikarî zêdetir li ser jiyana xwe ji me re bibêjî?

- Ez sala 1958 li gundê Mûsika ku niha bûye tarek bajarê Mêrdînê,hatime dinyayê.

Bavê min dengbêjekî mihelî bû.Em 5 bira û du xuşk bûn.Ez di malek feqîr û xizan de mezin bûm.

Perwerde û evîna min ya stranbêjîye li civata bavê min destpêkir.

Emrê min 8-9 sal bûm bi xwe çûm dibistanê.Di dema dibistanê de fêrî tembûrê, mandolînê û bilûrê bûm. Ji 14 salîya xwe de, min xwe fêrî tembûr û stranan kir û hêdî hêdî xwe di vî warî de pêş xist.

Pîştî ku li bajarê Wanê jiber stranên xwe ketim zindanê min biryarda kû strana Kurdî ji xwe re bikim armanc. Min koleja tanduristî heta sala çaran xwend lê naçar mam û min dest jê berda. Ji sala 1986 de li Holanda jiyan dikim. Li gel karê muzîkê şano, sinema û şêwekarî dikim.

2-Te ji kengî ve dest bi stranbêjiyê kiriye û kesên ku herî zêde piştgiriya te kirine kî ne?

-Weka ku min li jor jî got piştî zindanê sala 1976 min bi zanebûn dest avêt karê strana Kurdî. Lê berîya wê jî min stran digot.

3-Rêyek Hozan Birader ya taybetî heye ku ji hunermendên din cuda dike, ji ber vê yekê sedem çi ye ku te şêwaza xwe bi rengekî taybet digire

- Herkes rêyek û rengekî xwe yê taybet haye.Ev jî li ser karekter, fikr û raman û rengê jiyanê ava dibe.

4-Bi dîtina te nifşê nû wê çanda xwe û bi taybetî jî Kurdên li dîasporayê biparêze? Ne xasim piştî derketina hunera rapê di nav kurdan de, ku pirraniya xelkê me lê dinerin ku tu têkiliya wê bi hunera kurdî re nîne.

- Dunya globale û dema teknolojî çand û kultur û muzika milatan pir navzîkî hev kirîye. Car caran tevlîhev jî dike.Em Kurd jî li vê serdemê dijîn û di binê vê bandorê de ne. Ya girîng em sûdê jê wergirin.

5-Bandora kesên Biyanî li ser te hebûn, ango li ser hunera te? Ji ber ev demek dûrûdirêje ku tu li Ewropa dijî

- Di vê bersîvê de nikarim navekî taybet bêjim lê ,min demekê li dibistana bajar diroka muzika clasik ya awrupî xwend. Di vê navberê de Berhemên clasik guhdarî kir. Dûra ji xwe min li hunermendên wek Jimi Hendriks, Barî Wite, Eric Klapton, Joe Cocker, Dog Face Harman û The Ex guhdarî dikir.

Salên 90 de min li gel Dog Face Harman û The Ex me li Almanya, Belçîka û Holanda turn konsert li darxistin.

Ji min re hemî bûne feyde. Lê tu carî min nexwest ji bêndera muzika Kurdî bi dûr bikevim.

6-Hez deng û dilxwazê hunera te li Rojavayê Kurdistanê hene, dibe ku di pêşerojê de konserekê li kurdistana Sûrî  lidarxî?

- Belê ew daxwaza mine rojekê li Kurdistan Rojava li binê Ala rengîn konser bidim.

7-Gelo cudahî di navbera peyama siyasetmedar û peyama hunermend de heye, wekî ku me di dema dawî de peydabûna çend hunermendan di qada siyasetê de dît.

- Siyasetmedar girêdayî partî û rêxistinane. Li gor sînor û destûra partîyên xwe tevdigerin.

Siyaseta ku hunermend pê mijûle gereke di ser parti û rêxistinanre be. Hunera Kurdî bi xwe xizmeta siyasetêjî kirîye û dike. Peyamên hunermendan gere sinor û tuzukên partî û rêxistinande nemînin. Bêtir bi azadî peyamên xwe bidin. Ew hunermendên ku daketin qada siyasetê xwestin di warê yekrêzî û aştî de gavan bavêjin lê bi ser neketin. Min ji wan re gotibû: Bi vî rengî û bi van peyamên yek alî şansê we yê serkeftinê kême. Berîya hemû tiştî  ala rengîn hildin destê xwe bo bawerî çêbibe da hûn di ser partîyan re tevbigerin

8-Bajarê ku te herî zêde bêriya wî kiriye û tu dixwazî di zûtirîn dem de biçî serdana wî bike çi bajare û çi wateya wî ye ji bo te

- Jibo Hunermendekî ku bi salaye ji welatê xwe dûre, pirsek gelek zahmete. Ez li Mêrdînê hatime dinyayê. Zaroktîya min li Mêrdînê derbas bû ye. Bêrîya zaroktîya xwe dikim. Li bajarê Wanê xortanîya min derbas bû ye. Bêrîya wê demê dikim. Wan bajarê dilê min e.

Bêrîya Hewlerê dikim. Azadîya min li wir heye. Hewler fexra min e. Li bin Alaya rengîn azadîya min e.

9-Te bi hêz piştgiriya Refrandoma Başûrê welat kir, bi nerîna te dema dewletbûnê derbas buye weku gelek li ser ragihandina dixwazin vê yekê bigihînin miletê me

- Raste ev gotin bi taybet li Kurdistana Bakur tête belav kirin.Ev gotin jibo kû fikra dewletbûnê ji serê Kurda paqijkin dibêjin. Dema dunya hêdî hêdî avadibû û cudahî di navbera insan û heywanan de destpêkir; nîşanên xwe organîze kirine û idarekirinê jî xûya bûn. Her kû serdeman reng guhertin, rengê îdareya civatan pê serdeman re hate guhertin. Rengê îdarekirina herî dawî navê wê dewlete. Heta roja qiyametê jî wê dewlet hebin.

Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewleta xwe ava bikin.

10-Gotinek ji bo nifşê nû

-Bixwînin û li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Xwe kêmî kesekî nebînin. Çi yê Tirk û Arab û Acem û Alman û Ingilizan heye, bila yê we jî hebe. Bi xwe bawer bin. Ji hev hez bikin.

Sipasîya we û xwendevanan dikim.

 

 

basnews