Share |

Hunermend Delîl Dîlanar piştî 27 salan diçe Bakurê Kurdistanê

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konsêrtê bide.

Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya Dengbejiyê ye, ku piştî 27 salan bo cara yekem xwe amade dike daku li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsêrtan saz bike.

Dîlanar hunermendek e ku li herêma Serhedê ku zarokatiya xwe lê derbas kiriye, li dîwanên gelek dengbejên mezin û bi taybetî Hisênê Muşî rûniştiye û bi dengê wan nas bûye.

Delîl Dîlanar ji mamosteyê mezin ê Meya Kurdî Eqîdê Cimo, ku bi Radyoya Êrîvanê re di dîroka muzîka Kurdî de wek “efsane” derbas bû, perwerdeya sazê wergirt.

Dîlanar li gelek welatên cîhanê bi taybetî li Almanya, Amerîkayê gelek konser dan.

Dengbejîzma nûjen ku hunermend bi dengê xwe yê xurt temsîl dike, bala sînemayê jî kişand ser xwe û jiyana Delîl Dîlanar ji aliyê derhêner Bulent Gûndûz ve derbasî ekrana mezin bû.

 

Fîlma ku bi deng û çîroka Dîlanar eleqeyek mezin kişand ser xwe, di Festîvala Fîlman a Los Angelesê de xelatên Herî Baştirîn Strana Orjînal û Fîlma Herî Baş wergirt.

 

Bernameya konseran a Delîl Dîlanar wiha ye:

 

Înê, 13 Gulanê Amed – Navenda Kongre û Çandê ya Sezai Karakoç

 

Şembî, 14 Gulanê Mêrdîn - Yay Grand Hotel Cemal Yay Salona Kongreyê

 

Yekşemî, 15 Gulanê Riha – Navenda Çandê ya li City Mall a Rihayê

 

Şembî, 28 Gulan Stenbol - Navenda Nimayişê ya Bostancî

 

  (Rûdaw)