Share |

Hunermend I’tîdal “Xeyalê min ew bû ku ez hunerê bi awayê Opêra bixwînim û bistirêm”

Hunermend ’tîdal

Hozan Emîn- Hunrmenda Kurd I’tidal ji başûr rojavaiyê Kurdistanê bajarê Qamişlo ye, ji biçûkitiya xwe de heza hunerê pêre peyda bûye,

û di nava malbatekî hunerhez de rabûye, û stran gotine di nava komên hunerî, û tevlî Koma Xelat bûye, û di gel wan kasêtek tomar kirye û belav kiryê, I’tidal yekem hunermenda Kurde li estê rojava ku kasêtek taybet bo zarokan belav kirye, û xwe dibîne di bin bendora gelek hunermendên navdar, û stranên wan gotine, û dibêje ku dema ez biçûk bûm li devera me hunermend Selah Resûl hebû dihat di dawet û şahiyana stranên Tehsîn Taha digotin, di gel amûrên nûjen yê muzîkê ew hunermend bi ruhê xwe û liv û tevgera xwe li ser dike, merev handida nava meydana hunerê, her weha Mehmûd ezîz û birayê xwe wek dibistanek hunerî li bajarê Serêkaniyê derketin, M şêxo bi xwe jî staylek xwe ya taybet hebû, û pê dice û dibêje ku Şivan perwer û Gulîstan jî bendora wan li ser hunera min heye.

I’tîdal behsa berhemê xwe kir û got min heya nuke 3 berhem derxistine, di sala 2002an di ya Zarokan taybet, û di 2008an kasêtek bi nave “cejne îro” derxistiye, û di van salên dawî de jî a sisiyan min derxist.

li ser rewşa rojavayê Kurdistanê bi xemgînî dibêje ku evro şoreş pidivî me ye, her weha pêdiviya şoreşê bi her kesî heye û her kes li gora imkan û karîna xwe, lê bi mixabinî jî dide nişan dan ku ew ji neçarî derketine û berê xwe dane herêma kurdistanê û li Dihokê neştecih bûne, lê dibêje ku em dikrin li vir ji xizmeta şoreşa xwe bikin û xizmeta gelê xwe bikin, û ji hunere û xuzaya Kurdistanê geşbîne.

lê dide destnîşan kirin ku ew li dema dawî li bajarê Helebê bi dijiyan  û ji ber rewş gelek aloz bibû nixasim piştî ku nave wê derket ku di destpêka şoreşê de stranek li ser şoreşa Sûrî çêkirye, û ji ber gef û zorên jiyanê necar bûye di gel malbata xwe sûrî terk bike.

I’tidal dibêje ku xeyalê min ew bû ku ez henerê bi awayê Opêra bixwînim û bistirêm lê ji ber şert û mercên jiyana zehmet û keçberiya me ji bajarê Amûdê ber bi Qamişlo de bendorek nigatîf li ser xwendina min kir û piwanên min kêm bûn loma min nekarî wê xwenê cîbicî bikim, lê piştî ku jiyana xêzanî ji pêkaniyê û çûne bajarê helebê disa jî li peymangeha Sefwan Abid ku hunermendekî navdare xwendiye, lê dîsa jî her daxwazên mere pêk nayên û nêvcî dimîne gelek caran, hezkirina wê ji strana netewî re di ser strana evînî re ye, dibêje ez hez rasteqîniyê dikim loma hezema ji wî şêweyî re xurtire, bê guman bê evînî jî nabe, dive hebe, lê diprse kanî ew peyvên û awazên xweş, ew peyvên ji bo evînek birêz gerek bê gotin?

I’tîdal gazindan ji dezgehên hunerî li rojava dike û dibêje ku wan kasêtên wê baş belav nekirine tevî ku wê li ser hesabê xwe tomar kirye û  mafê belavkirinê daye wan, lê ji ber egerên siyasî û kêmxemî kasêta wê ku di  sala 2008an belav kiriye nehate naskirin.

lê her weha berdewam dike û dibêje ku huneremend gereke tenê li navodengê xwe negere, û ez yek ji wan kesa me ku min karê hunerî nekir tenê ji bo nave xwe yan bêm şehirandin, lê tu dinerê evro ku bixwazin huneremndekî bidin nasîn li ser tv û radoyeya hema stranên wî datîn.

di dawiyê de xwest ku kurdên rojava bighên armancên xwe, û got ku miletê rojava evro  gelek perîşan û di zehmetiya de ye, tu dibînî li Domîs û çi bi sere wan hatiye, û min li newrozê bo wan konsertk da , em bi hêvî ne ku kurd bi ser Kevin, û li ber destê min piroja albomekê heye hêvîdarim ez karibim bi dawî bînim û pêşkêşî gelê xwe bikim.