Share |

Hunermend Ronî can “Ez folklor û her stranek hestên min bilivîne dibêjim”

 Hunermend Ronî can

Hozan Emîn- Huneremend Ronî Can ji başûr rojavayê Kurdistanê ye, di temenk biçûk de damarê hunerê pêre xwe da der, li gel komên hunerî di şahî û helkeftên netewî stran digoton,

bi dengê xweyî zelal û nazik navdar bû, û li şehiyan û ahengên tevayî herêma cezîrê beşdariya wî hebû, gotin û awazên stranên xwe ew datîne, ji ber hin egeran neçar dibe welat terk dike û berê xwe dide welatên xerîbiyê û li Elmaniya neştecîh dibe, û her li wir jî hunera xwe didomîne, û li tevayî welatê Ewrupa eheng û şehiyan li darxistine, heya niha 7 elbom derxistine, 4 li welat û 3 li derveyî welat, me di derbarê çalakiyên wî û hunera wî ev hevpeyvîn pêre çêkir.

- Tu bi xêr hatî herêma Kurdistanê, tu karê ermancên seredana xwe ji xwendevanan re eşkere bike?

-Spas hûn xêrdar bin, merema min ji vê serdanê ewe ku piştî min dît bi sed hezaran ji gelê meyî Rojava penaber bûne li başûrê kurdistanê neşteşîh bûne, herweha piştî 14 salan ku ez ji wan dûr ketibûm, min xwest bi irkê xweyî netwî rabim û xizmetekê bo wan bikim derbarî hunera xwe de û çend konsêrtan bo wan bigêrim, ji ber ez lawê vî miletî me, pêwîste ez dilê wan bi stranên xwe xweş bikim, û girênge her hunermend di xweşî û nexweşiyê bi gelê xwe rebim.

- Di van konsertan de alaqeya gel çawa bû ?

- Baş bû di her konserekê de histirê min dihatin xuar, lê bawerim min dilê wan xweş dikir bi stranên xwe û wijdanê min rehet dibû û barek ji ser milê min radibû

-  Li gora hunera kurdî li rojava, di çi astê de ye ?

-Rojava zengîne bi huner û hunermendan, lê pêwîste Hunermendên bi rastî û kesên ku dibêjin em hunermendin ji hev cuda bibin, ji ber ku tevheviyek di nav wan de çêbûye û di nav hevde wenda bûne.

- Tu li gel wê çendê ye ku hunermend gereke, ji folkilore û kevnetora xwe sûdê wergire?

-Wê gelekî baş be ku di destpêkê de her huermend ji kaniya folkilora kurdî vexwe, ew dibe bingehek xurt jibo hunera wî, lê ev nayê wê wateyê go bimîne Hêsîrê folkilor divê ew bi xwe tiştekî nû biafirîne û taybetiyek wî çêbibe.

- Tu bi çi staylê distirê, tu çiqas karê hezkiryên xwe kêfxweş bike?

- Ez folklor û her stranek hestên min bilivîne dibêjim û ez bawerim taybetiyek min jî cêbûye û taybetî ne bi hesanî tê û him jî dana xwedayî ye nade herkesî.

- Çend berhemên te hene ?

- Wek heremî 7 berhemin lê gelek ahingên min yê tomar kirî jî hene.

-xebat û pîlanên te yên pêşerojê çine, gelo hûn nafikirin berhemek xwe ya nû derxînin?

-Ez niha mijûlî berhemek nû me, û ez dixwazim li herêma kurdisatnê vê berhemê derxînim, û kar û barên wê ez li studya hunrmend Lezgîn xalid dikim.