Share |

Hunermend Xêro Abbas li Diyarbekirê konsertek li darxist

Xêro Abbas li konserta Diyarbekirê
Xêro Abbas li konserta Diyarbekirê

 

 

 

 Hunermendê Kurd ê navdar Xêro Abbas li Diyarbekirê di Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç de konsertek da. Ji 1 hezarî zêdetir guhdaran berê xwe dan konsertê.

Xêro Abbas derbarê muzîkjenên Kurd de amaje kir ku êdî dem hatiye muzîkjenên Kurd ji hemu partî û rêxistinên siyasî dûr bi awayeke serbest konsertan bidin.

Li Diyarbekirê di demên dawîn de konsertên muzîkjenên Kurd zêde dibin û herî dawî jî muzîkjenê navdar Xêro Abbas li Diyarbekirê derket ser dike. Konserta Xêro Abbas li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat li darxistin. Hunermendê Kurd Xêro Abbas amaje kir ku ew keyfxweş e li Diyarbekirê ye û anî zimên ku divê êdî konsert ne tenê  girêdayî mîtîng, rojên teybet û bangeşiyê bin û dem hatiye êdî muzîkjenên Kurd konsertên serbest bidin û bi guhdarên xwe re bicivin û her wiha banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî kir.

 

Hunermend Xêro Abbas ji K24ê re got: “Li gorî bîr û baweriya min eger em formatên konsertan biguherin dê nekarin qedexe jî bikin. Bila siyasetmedar siyasesiyasetê, hunermend hunerê bikin. Bila hunermend serbest bin. Bila ev bar bi hunermendan ve neyê girêdan. Dema wisa be dê gavê baş werin avêtin.”

 

Konsertên muzîka Kurdî di demên dawîn de ji ber qedexekirinan di rojevê de cih digirin û ji ber vê yekê jî guhdar û heskiriyên muzîka Kurdî banga xwedîlêderketina nirxên neteweyî û çandî dikin ku mafnas û guhdaran di konserta Xêro Abbas de bal kêşandin ser giringiya muzîk û çanda Kurdî.

 

Mafnas Muharrem Erbey got: “Stran çand û mêjuya gelan in. Qedexekirina stranan nijadperestî ye. Ji ber vê yekê jî divê Kurd bi xwedîlêderketineke mezin muzîka Kurdî biparêzin.”

 

Xêro Abbas di konserta xwe ya Diyarbekir de stranên xwe yên navdar bi guhdarên xwe re parve kir û guhdaran jî li gel Xêro Abbas stranên wî gotin. Xêro Abbas bang kir ku li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi konsertên bi vî rengî hene û divê hijmara van konsertên were zêdekirin.

Kurdistan24