Share |

İmzakirina 2 pirtûkên nivîskar Beşîra derwêş li Hewlêrê

Piștî demek ji rawestina çalakî û xizmetên xweyî çandî û hunerî ji ber vayrosa Korona Dezgeha Sema a çandî û hunerî vedigere çalakiyên xwe û hevdîtina dost û heval û

hezkiryên wêje û çanda kurdî dîsa dest pê dike. û li gora pêwerên wezareta tendurustî yê hola xwe ya li nava hotêla Capîtol amede kirye û  ji bo dûrbûna ji hev li gorî tê xwestin, rûniştek ( kursî )  ji hev dûr hatine kirin, ji bo ne vegirtina vayrosa Korona.   

 Di roja înê  9/10/ 2020 Yekem çalakiya xwe bi imzakirina du pirtûkên nîviskar û helbestvana kurd Beşîra derwêş dest pê kir , û bi peşkeş kirina herdû mamosteyên hêja : Zorab Azîz û Azad Darataş ew șev bi rêve çû piștî xwendina hin helbestên xwe .

 Pirtûkên ku hatin imza kirin ev bûn.

 pirtûkek  helbesta ye

bi navê

1, Buxçka Hêviyan

Û ya duyem

2, kurte çirokin  bi navê

Marên di hêlînên kevokan de