Share |

Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest.. Xelek 10.. Kuştina rêvebirê Kurd.. Ebû mislim El-Xurasanî

 

Dr. Ehmed Xelîl ...Werger: Heyder Omer

 

Nakokiyên Xelîfeyê Ebbasî El-Mensûr û Ebû Mislim:

 

Dema xîlafeta Ebû El-Ebbas Esseffah ҫar salan dom kir (132 – 136 k / 750 – 754 z), û piştî mirina wî, birayê wî Ebdulla Ebû Cefer El-Mensûr şûna girt. Piraniya dîronivîsan karînên wî yên şervaniyê pesinandin, û neyêniyên wî veşartin, tenê dîrokzan El-Meqdîsî bervacî wan ҫû, û nivisand ku ew:

„Mirovekî gewez (qehwerengî), bejinzirav û dirêj bû,rû û durv û dîmenê wî kirêt bûn, ji hemî kesan ҫekûztir, û hezkirîtirê diravan bû, xwîrêjtir bû, xapînokê sozan û peymanan bû, dilovaniya wî kêm bû, pir geriya û destê xwe li ber xelkê vegirt, hedîsên pêximber nivisandin, û di mizgeftan de gotin û hewal dan, şarezayê neqenciyê û karên qerêj bû,…mirovekî kêm û bê nirx û şerkar bû, û nedihat hezkirin…gelek mal û mewal civand, kesekî beriya wî ewqas necivandibû“[1].

 

Ji dema ku Ebû Misilim tev li tevgera (Al El-Beyt) bûye de, têkiliya wî û El-Mensûr ne baş bû, û her wusa jî ma. Gelek nîşan hene, didin xuyan, ku Ebû Mislim hej wî nedikir, û bi ҫavêkî biҫûk lê dimeyzand, û weha diҫû, ku ew ne layiqe ne bibe Îmam û ne jî Xelîfe, û her diҫû, pergala nehezkirinê di navbera wan de giran û kûr dibû, ta radeya, ku wî ji tirsa ku Ebû Misilm destan bide ser dewletê, carekê birayê xwe yê Xelîfe; Esseffah ber bi kuştina Ebû Mislim de têveda, û gote wî: „Eger tu Ebû Mislim sax bihêlî, tu ne Xelîfeyî. Gotê: Ҫawa? Wî got: Tenê ҫi dixwaze, wî dike. Esseffah gote wî: Bê deng bimîn, û eşkere neke“[2]. Ev yeka dide xuyan, ku herdu bira ji Ebû Mislim ditirsiyan, lê hewcedarên karmendiya wî bûn.

Dema El-Mensûr bû Xelîfe, tirsa wî ji mamê xwe Ebdulla Bin Elî hebû, ku li hember wî rabe, ji ber ku ew li hêla rojhilatê dewletê  rêvebirê artêşê bû. El-Mensûr vê lomê Ebû Mislim sax hêşt, da wî biparêze. Piştî kurtedemekê Ebdulla li ber wî rabû, hema Ebû Mislim, di cengekê de, li nêzî Nisêbînê, sala (137 k / 755 z) ew dîl girt, û bir ji Xelîfe El-Mensûr re[3].

 

Pilana kuştina Ebû Mislim:

 

Di pey şikestina Soreşa Ebdulla Bin Elî re, El-Mensûr biryar girt, ku Ebû Mislim bikuje. Pêşî ew dixeyidand, û tawanbar kir, ku mal û mewalê, ku piştî bazdana Ebdulla Bin Elî, bi dest xistiye, neşandî ji wî re. El-Mensûr xwast Ebû Mislim ji Xurasanê; navenda rêvbirî û mêldarên wî bi dûr de bike, vê lomê ew kir waliyê Şamê û Misirê, lê Ebû Mislim pê hay bibû, ku Ebbasiyan karînên wî ji xwe re bi kar hanîn, û ji bo wê yekê pir poşman bû, û wîlayeta Şamê û Misirê nepejirand, û digel artêşa xwe berê xwe da  ber bi Xurasanê; şûna rêvberiya xwe[4].

El-Mesnûr pê hay bû, ku eger Ebû Mislim bigihêne Xurasanê, dê pê nikanibe, vê lomê dest avêt du hîlbaziyan: Ji hêlekê de pêwendî pê re qutnekir, û di ber dilê wî re diҫû û dihat, û ferman da hemî mîrên Ebbasiyan, û rêvebirên mezin, da her tim li gel Ebû Mislim têkildar bin, û berê wî ber bi serdana Xelîfeyî de bidin, û jê re dupat bikin, ku Xelîfe jê hez dike, û naxwaze wî bêşîne. Û hêla din de dest pê kir, ku derdora Ebû Mislim bi valahiya polîtîkî dorpêҫ bike, û nameyên nehênî ji serleşker û dostên wî re, yên li Xurasanê ne,şandin, da wan bi hêla xwe ve bîne, û cîgirê Ebû Mislim bi ser xwe ve hanî, û soz da wî, ku dê li şûna Ebû Mislim bibe mîrê Xurasanê.

El-Mensûr, di pey re,  nameyeke gef û guran şand ji Ebû Mislim re, kesê ku name pê re şandî, kesekî xurasanî, dostê Ebû Mislim bû, navê wî Ebû Hemîd bû, El-Mensûr gote wî, ku pêşî li gel Ebû Mislim hêdî têkeve têkiliyê, û jê bixwaze, ku li hember Xelîfeyî ranebe, eger nepejirand, dê nameya gef û guran bidî yê. Ebû Hemîd jî wusa kir, û gava Ebû Mislim nameya gef û guran dixwand, nameya cîgirê wî li Xurasanê jî gîha wî, dibêje: „Em li ber xelîfeyên Xweda û xwediyên mala pêximberiyê ranabin, tu jî ji şewra îmamê xwe dernekev“, pê re jî Ebû Mislim bêtir xemgîn bû, û zanî ku cîgirê wî xinizî pê kir, û eger here Xurasanê, cîgirê wî dê li hemberê rabe[5].

Wê hîngê Ebû Mislim li bajarê Hilwan (başûrê Kurdistanê) bû, û ji cihê xwe yê li Xurasanê ve dûr bû, ji neҫare vegerî El-Medayên li Îraqê, da biҫe ba xelîfeyî, sê hezar leşkerên xwe jî pê re bûn. Xelîfe sozên parastinê danê, û ferma da mîran û rêvebirên mezin, ku baş pêşwaziya wî bikim, wan jî jê re dupat kirin, ku Xelîfe bi dilgermî bendewarê wî ye. Ebû Mislim gîha El-Medayên, seredana El-Mensûr kir, û wî jî jê xwast, ku here cihê rûniştin û bêhnvedanê. Ebû Mislim, di pey re diҫû serdana El-Mesûr, ê ku her carê baştir pêşwaziya wî dikir[6].

Berî serdana dawî, El-Mensûr ferman da serokê hêza parastina xwe, da ҫar neferên hêzdar di paş perdê de veşêre, eger wî li ҫepikan da, dê ji paş perdê derkevin, û Ebû Mislim bikujin. El-Mensûr ev pilan durist kir û rûnişt, û Ebû Mislim wek her car derbas ba wî bû, silav da, û wî jî silav lê veda, û destûr dayê, ku rûne û pê re ket axaftinê, û paşê xwast ku şûrê xwe bidiyê, da lê bimeyzîne, Ebû mislim şûrê xwe dayê, piştî ku Ebû Mislim bê ҫek ma, El-Mensûn Gotinên giran pê re gotin, û helwestên wî yên dijminane jimartin. Ebû Mislim gotê: „Piştî kar û xebata min, û her tiştê pê rabûme, ev gotinan ji min re nayêne gotin. El-Mensûr gote wî: Ey kurê orispiya, te her tişt bi xêra me kir, eger koleyeke reş li şûna te ba, dê karê te kirî, bikira“, û lomeyên giran jê kirin.

Ebû Mislim hewlda, ku xwe rizgar bike, li ber El-Mensûr geriya, destên wî ramûsan û lêborîn xwast, lê bê ҫare bû, El-Mensûr gotê: „Bila xweda min bikuje, eger te nekujim. Û paşê li ҫepikan da, neferên veşartî derketin, û bi şûrên xwe lê dan, û El-Mesûr digot: lêdin! Xweda destên wê bibire! Bi lêdana pêşî re Ebû Mislim got: Mîrê mûimînîn (bawermendan) min ji dijminê xwe bihêle! Gotê: Bila xweda bi carekê min nehêle, ma kîjan dimin ji te dijmintir e?! û El-Mensûr sixêf gotiunê û bi darekî lêda, û bi derve de derket, û parêzeran ew kuştin, serjêkrin, û tê gotin, ku ji bo wendakirina şopa wî, cendekê wî avêtin ҫemê Dîcleyê“[7].

Ebû Mislim El-Xurasanî ji dil de û bi dilojî ji bo Xîlafeta Ebbasî kar kir, xortaniya xwe da organîzekirina mêldaran, û civandina mal û mewalan, û rêvebiriya artêşan, û cengan, û pêrgî gelek dijwariyan hat, dewleta Umewî gêr kir, û ya Ebbasî ava kir, û Xelîfe El-Mensûr bi vî awayî ew perû kir. Ew sala (137 k / 755z) hat kuştin, û temenê wî wê hîngê sî û heft sal bûn.

 

 

([1])  El-Medîsî: El-Bedi we Ettarîx: 6/90, 91.

([2])  Ezzehebî: Sîyer Eilam Ennubelai: 6/54. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 5/56.

([3])  Etteberî Tarîx El-Mulok we El-Mulok, 7/474 -  475, 483.  8/9.

([4])  Etteberî: Heman jêder, 7/482, 484. Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/57.

([5]) Etteberî: Heman jêder, 7/484. Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/ 58.

([6]) Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/60. Ezzehebî: Siyer Eilam Ennubelai, 6/69.

([7]) Ibin Xellikan: Wefeyat El-Eiyan 3/154. Etteberî: Heman jêder, 7/488 – 492.