Share |

'Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan'

'Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan'
'Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan'

Bi navê "Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan" pirtûkek derket. Pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin û ji Weşanên NA'yê derketiye.

Di pirtûkê de gotinên pêşiyan ên dişibin çîrokan, gotinên kurt ji aliyê Oncu ve hatine berhevkirin û di pirtûkê de hatine bi cih kirin.

Oncu li ser vê wisa dibêje, "Di zargotina kurdan de hinek gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan. Ew çîrokên bi wî teşbî, di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza 'çîrokên mînîmal' tên nas kirin û nivîsîn. Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li asteke bilind in, lew ku di wan de aqil, feresat, mantiq û matematîkeke bêhempa heye. Ji vê zêdetir wejeyeke bilind û bedewkar jî dihêwirînin."

Çend ji wan:

*

Go, carê dîkekî qure çû pişta gund, hilkişî ser refeki bilind, bang da. Piştî demekê dinya ron bû, dîk sîngê xwe bilind kir, kêfa xwe anî, got:

- Ez çiqes xweş bang bidim, dinyayê ewqes xweş ron dikim.

*

Go, apo jina te kevir e! Got:

- Bila, ji minetan çêtir e...

*

Go, ker birin li ba keran girêdan, tiştek ji hev hîn nekirin ji bilî tir û fisan

 

- Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan / Amadekar Mehmet Oncu / Weşanên Na / 83 rûpel / 2024 / Folklor

 

diyarname