Share |

Ji Weqfa Mezopotamyayê danasîna pirtûka "Kurdîzan"

Ji alîye Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê danasîna pirtûkên dersê û xebatê “kurdîzan” yên Kurdî (kurmancî) hate kirin.

Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê pirtûkên dersê û xebatê yên Kurdî bi navê “Kurdîzan” ku ji alîyên pisporên zimanê Kurdî ve hatine amadekirin da danasîn.

Danasîna "Kurdîzan" li navçeya Surê ya Amedê hate kirin û gelek niviskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd beşadarî danasînê bûn.

Serokê Lijneya Muhtevelli yê Weqfa Mezopotamyayê Selîm Olçen di serî de bi xêratina mêvanan kir û axaftinek kir. Selîm Olçen da zanîn ku Weqfa Mezopotamyayê neh salên xwe li pey xwe hiştiye û wiha berdewam kir: " Me neh sal berê bi qasî 300 kesan Weqfa Mezopotamyayê ava kiriye. Armanca Weqfê ya esasî avakirina Zanîngeheke Kurdî ye. Lê ji bo Zanîngeheke qanûn lazim e. Divê hikûmet destûr bide û bona wê qanûn were derxistin"

 

Selîm Olçen behsa xebata "Kurdîzan" jî kir got:" Ev xebata me xebateke kolektîf û profesyonel e. Kurdîzan ji bo hînbûna zimanê xebateke pir muhîm e. Kurdîzan di nav gelê me de deng vedaye. Emê zazaki û sorani wê jî çêkin.

 

Editorê "Kurdizan" Tahirhan Aydin jî di derbarê pirtûkê de ji Amida Xeberê re axifî.

 Tahirhan Aydin ji Amida Xeber re dîyar kir ku, ji bo asta despêkê 2 heb pirtûk hatine amadekirinê, yek bi navê "Pirtuka Dersê ya Asta Destpêkê" û ya din jî " Pirtuka Xebatê ya Asta Destpêkê" ye. Aydin da xuyakirin ku ji bo amade kirina kirmanckî/zazakî û soranîya wan jî xebatên wan berdewam in û di demên pêş de bên amadekirinê.

 

Tahirhan Aydin wiha berdewam kir: “Ev pirtûk gava ku têşeya xwe ya dawî girt me her guherîn çêkir. Mînak; di çapa berê de axaftin tune bû me axaftin lê zêde kir. Guhdarîkirin tune bû me lê zêde kir. Me li gor biryarên Weqfa Mezopotamyayê yên ziman ji nû ve revîze kir û me qedand.

 

Aydin da zanîn ku, niha di pîyasê de çend pirtûkê rêzimanê hene, gelek setên zimanê Kurdî hene lê ev pirtûk (Kurdîzan) li gor pirtûkên di pîyasê da, li gor wan taybetmendiyên wê pir girîng hene û wiha got; “ Di nav de guhdarîkirin jî heye. Me 80 metnên xwe di studyoyê de bi hawayekî profesyonel xwendine. Me qeyd kirine û gava ku xwendekar bixwaze guhdar bike, dikare bi riya Kuyar Kod guhdar jî bike. Ya din jî dikare dengan li ser telefon û komputera xwe qeyd bike.

AMİDA HABER