Share |

Jiyan û hunera Şivan Perwer bû pirtûk: Efsaneya Zindî

 

Jiyan û hunera hunermendê navdarê kurd, Şivan Perwer ji aliyê weşana Nûbihar ve wek pirtûk hat weşandin. Navê pirtûkê “Efsaneya Zindî” û ji aliyê nivîskar Abdullah Încekan ve hatiye amadekirin.

 

Li gorî nûçeya malpera “moralhaber”, pirtûka bi navê “Efsaneya Zindî”, ku tê de behsa jiyan û hunera Şivan Perwer tê kirin û ji 312 rûpelan pêk tê, ji aliyê weşana Nûbihar ve hat weşandin.

 

Li gorî nûçeyê, di pirtûkê de ku ji aliyê Abdullah Încekan ve hatiye amadekirin, nêrîn, bîranîn û hevpeyvînên serokomarê Nemsa (Austurya), Dr. Heinz Fischer, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, hevjîna Perwer, Gulistan û kurê wî Serxwebûn, hunermendên wek Dilşad Seîd, Hakan Akay, Erot Mutlu û Willi Resetaris, hevalên wî, Alî Gedîk, Amerd Mardîn û Gulten kaya li bara Şivan hatiye nivîsandin.

 

Di pirtûkê de her wiha, hemû stranên Şivan Perwer û wêneyên wî ji sala 1969 ve heta 2012 hatiye çapkirin.

 

sm AKnews