Share |

Jiyana Têkoşera Kurd Leyla Qasim Dibe Fîlm

Têkoşera Kurd Leyla Qasim

 

 Biryar e di demên dahatû de piştî komkirina zanyariyên rast, fîlmekî sînemayî li ser jiyana xanima şoreşgêr û şehîd Leyla Qasim bê berhemanîn.

Derbarê vê projeyê de derhêner Nasir Hesen ji Kurdmelodî re got: ‘’Niha ez bo komkirina zanyarî û dokumentên rast li ser xebata xanima şoreşgêra Kurd Leyla Qasim mijûlim, piştî ku me zanyarî komkirin em ê dest bi wênegirtinê bikin.’’

Nasir Hesen wiha axifî: ‘’Ji bo komkirina zanyarî û dokumentên rast û pêwist jî zêdeyî salekê wext divê, piştre em dê li çend navçeyên Kurdistanê dest bi wênegirtina fîlm bikin.’’

Şoreşgêra Kurd Leyla Qasim, sala 1952-ê li gundê Bamîlî yê ser bi Xaneqîn ji malbateke hejar û niştimanperwer ji dayîk bûye, sala 1971-ê ligel malbata xwe çûne Bexda û dest bi xwendinê kiriye, yek ji navdartirîn xanimên têkoşer û şoreşgêr ên Kurdan e. Di roja 12.05.1974-ê de ji aliyê rejîma Baasê ve ligel çend hevalên xwe hatin îdamkirin.

 

 

 

PNA - C. M