Share |

KÊ...ŞÎLAN HEMO

 

Kê ez da me gula te

Ez diçemînim ji wî çemî re giyanê xwe

Ma ez saz kirim

An li gemiya şarekî bê navnîşan

Êvarekê siwar kirim

Di nava deryayê de

Kelekvanek bê gemî

Bi xwe nizanîbû çawa

Û kengî wê barkî

An li hêviya kîjan gemiyê

Û bê jivanek wê xwe ragirî

Bêje giyan

Kê ez û gul destnîşan kir

Bi de min deryayê nasînekê

Wê neda min nasnam çi bajarî

Ne çi welatî

Ez dive derbas bim

Xwe û van rojan binasim

Kê ez birim bi gulê re

Gulnazê jî pirsiyar kir

Ew jî bi hêviye û rêwiye

Bendeware

Bîna wê gulê çaksaziye

Çaksaziye

 

 

Duhok - 2010