Share |

Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê

Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama "roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye" derket pêş.

 

 

Bi pêşengiya Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di mijara ziman de xebatan dimeşînin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hevserokên giştî yên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tevlî civînê bûn.

 

Di civînê de destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî û bal kişand ser armanca kampanyayê û got mebesta wan ya vê rojê gelek diyar e. Cizîrî diyar kir ku duh ji ber ku qedexe bû nikaribûne kampanyayê bidin destpêkirin û wan bi zanebûn îro hilbijartiye.

 

 

AMED-MEZOPOTAMY A JANS