Share |

Keça helbestvanê Kurd Cegerxwîn li Qamişlo behsa bavê xwe kir

Suad Cegerxwîn
Suad Cegerxwîn

Di pêşengîtiya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê ku her çarşem li baxçeyê Xwendinê semîner tên dayîn, roja çarşemê 29-6-2022jî keça seydayê Cegerxwîn Suad Cegerxwîn qala bavê xwe ji rewşenbîran re kir.

Suad Cegerxwîn di destpêkê de bextewariya xwe ji bajarê Qamişlo û gelê Qamişlo ku bavê wê Seydayê Cegerxwîn digot; “Qamişloka Evînê” anî li ser ziman û wiha qala serpêhatiya bavê xwe kir: “Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903'an de li gundê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe, piştre xwîşka Cegerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka Şerê Yekemîn Yê Cîhanê de, tev li  malbata xwîşka xwe bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cegerxwîn di sala 1921’an de xwendina xwe ya dibistanê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cegerxwîn dest bi melatiya gundê Tel Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de wiha qala zor û zehmetiyên jiyana Seydayê Cegerxwîn kir: “Dema Cegerxwîn li gelek cihên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cegerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sexte û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn. Cegerxwîn ji sala 1924’an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd, hestên neteweyî yên Cegerxwîn gurbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn ve hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê.”

 

Her wiha Suad behsa rêwitiya bavê xwe ya li Iraqê dike û wiha dibêje: “Cegerxwîn bi dil û can hewl dida piştgiriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961’an de li Başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşê zimanê kurmancî vekir. Ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959'an heta sala 1963’an ve, Cegerxwîn li Bexdayê dima. Heşt dîwanên Cegerxwîn yên helbestan hatine weşandin, her wiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê kurdî û pirtûkên li ser folklora kurdî çêkiriye. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cegerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolekî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneyeke neteweyî bibîne.”

 

Suad Cegerxwîn wiha xembariya xwe ji bo çawa Seydayê Cegerxwîn diçe li ser dilovaniya yezdan: “Cegerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22’ê Cotmehê sala 1984’an Seydayê Cegerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cegerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran kurdên heskiriyê helbestên wî hate veşartin."

 

Di dawî de Suad Cegerxwîn biryardariya hîn zêdetir xwedîderketina li keda bavê anî ziman û got, pirtûk û helbestên Seydayê Cegerxwîn weke mîrasek dîrok hetanî û hetanî wê biparêzin.

 

(dg)

 

ANHA