Share |

Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî û Belavoka Ziman û Kovara Zar

Mamoste Derwêşê Xalib

Sebaretî 116mîn salvegera roja rojnamegeriya kurdî, bi min xweş e ku ez ronahiyê berdim dor Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî û mamoste Derwêşê Xalib yê ku serkêşiya wê dikir û dike, wî (Belavoka Ziman û Kovara Zar) weşandine û di ber wan de hatiye girtin, fermo bixwînin:

 

Belavoka Ziman:

Wiha li ser hatiye nivîsandin: Belavokek Rewşenbîrî Mehane ye. Revebirî û amadekirin; Derwêşê Xalib e. Ev belavok ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve tê weşamdin. Ev komît di roja 15 tîrmeha 2003an de hatiye damezirandin ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve. Hejmara pêşîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 2004an de derketiye, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008an de derketiye.

Kovara Zar:

Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye. Ew jî ji rex Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve tête weşandin, hejmara (0) di adara 2008an de derketiye. Hejmara (1)ê di meha êlûna 2008an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008an de derketiye. Tev bi zimanê Kurdî bû.

 

Konê Reş

Qamişlo, 11.04.2014