Share |

Konê Reş û dîwanek helbetên zarokan a nû

Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im), ji rex weşanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed.

Bi min xweş e ku ez diyariya wê, bi kurtî şanî we bidim:

Wek ku diyare zarokên cîhanê dibin çavnêrî û parastina (UNICEF) de ne UNICEF jîşaxekî bingehîn e jişaxên netewên yekgirtî (UN), zarokên kurdan jî, beşek in ji zarokên cîhanê. Lê mixabin ku di vî warê çavnêrî û parastinê de bê par in. Piranîya wan ji bo xatirê nanê zikê xwe, kar û xebatên çetîn û dijwar, di bajarên rojhilata navîn de dikin, ew kar û xebatên ku di bend û mercên netewên yek girtî (U.N) de qedexene..

Bi mebesta ku îsal /2013 / 67 sal di ser damezrandina UNICEF re derbas dibe, ez ji dil û can vê dîwana helbestên zarokan diyarî zarokên gelê xwe dikim. Û bi hêvî me ku nivîskar û hozanvanên kurd, zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin, eger em yên îro ne, ew yên pêşerojên me ne.

Yekî wek Xwedê jê razî Ehmedê Xanî ji berî 300 salî ve ji bo zarokên kurdan nivîsandiye û gotiye:

Ev çend kelîme ji lûxatan

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Ne ji bo sahib rewacan

Belekî ji bo biçûkêt kurmancan.

Yê min jî, wek xemxwar û zikêşekî zimanê kurdî, ez vê dîwana helbestan ji zarokên gelê xwe re pêşkêş dikim.. Ji bo wan zarokên me yên ku hin bi hin û bê dil, dûrî zimanê dê û bavê xwe dikevin..

Ji dil û can spasiya xwediyê weşanxaneya Aram kak Vedat Çetîn dikim..

 

Konê Reş

Qamişlo, 18.11.2013