Share |

Konferansa sêyemȋn mala Ȇzȋdiyan li Oldenburg a çandȋ bi dawȋ hat

Heso Hurmȋ

Li roĵên  19 û 20 ĵi  meha 11.2011 konferansê sêyemîn yê mala Ȇzdiyan-- Oldenburg , yê rewşenbîrî hate li darxistin, li ĵêr navê cejnên Êzdiyan ,bi beşdarbûn komek mezin ĵi nivîskar û vekolerên Êzdî bi miĵarên cuda ,cuda ,hemû rex û ruyên cejinan bi xove girtbûn,komîta rewşenbîrî li vê malê pirogramek hêĵa amade kirbû ku bi vî şêweyî bi rêve ço.

Li  pêşyê  kek Sediq Basi ȗ kek  Xazi Al Namani bi xêr hatin mihvanan  kirin ku herdidwan rûniştina yekemȋn bi rêvedibrin û daxwaz ĵi qewilbêĵ Merwan Babîrî kirin daku çend sebeqên qewlan pêşkêş bike û li şûnde  serokê malê  birêz Şehap Dag  di peyvekêda bi xêr hatina beşdarbûyan kir ȗ daxwaza serkeftinan ji wanre xwest.

Di vê runştinêda ev semînar hate xwandin, Cemaya Lalişê- nivîskar  Bedel Feqîr Hecî.   
Cemayên çîyayê Şingalê û  Cemayê spîkirina Quban  ĵi layê nivîskar  Şêx Hecî Sîmo Şengalî ve hatibûn nivîsandin, lê ew amade nebû, lewma her kesê amade ne bûyî kurtiyek ĵi semînarên wan hatin xwandin ,li peyre dergehê   pirs û bersîvan hate vekrin .

Li rûniştina diwemîn da ku berêzan Kazim Oba û Salih Evdo bi rêve dibirin seminarên hanê hatin pêşkêşkirin, Cejnên Êzîdîyan di navbera „dema Xwede „ û „dema mirov“ da (nerîneke fîlosofî) ya vekoler  Hoşeng Broka , Tawisên Şîxadî  û Şev berat  ĵi  layê nivîskar  Hecî Elo, Rola Micêwiran di cejnan da  ya nivîskar Pîr Xidir Slêman, kurtiyek ĵi semînara nivîskar  Kovan Xankî ku amade nebû bi navê  Felsefa Xwezayê di cejna da ,  li dawyê pir pirs hatin bersivdan û miĵar zengîn krin.
Moderasyona rûnştina siyemîn  ĵi alyê berêzan  Dr. Eskerê Boyik û Ahmed Akbaş ve hat derbas kirin. Semînarên li xwarê hatin pêşkêşkirin:  Rojîyên Êzdî  ya nivîskar Alia Bayezîd Îsmaîl, Çileyê Zvistanê- ya nivîskar Hesûn Cehwar, ceĵinên Êzdiyan nerînek şiroveyî  nivîskar Heso Hurmî, Cejinên Êzdiîyanû rê- rismên wan li herêma Efrînê ya berhevkera oldar Îman. Pir pirs  hatin holê li benda bersivan bûn û miĵar hate xemlandin.

rûniştina çaremîn bi moderasyona berêzan Bedel Feqîr Heci û Tahli Burunacik hate qedandin. Kurtyên semînarên hanê hatin xwendin çunke xwedyên wan amade nebûn (Rê û rismên Cejina Xidir Nebî û Xidir Îlyas li cem êzdîyên Qavkazîyayê- Dr. Xanna Omerxalî,  Xidir ilyas ya  nivîskar  Feremez Xerîbo û Xidir Lîyas û îd û şirovekirin ya nivîskar  Rêsan Hesen Cindî,  Roja ser mezela li cem êzdîyên Qavkazîyayê nivîskarê oldar Pîr Dîma). Li dawyê  semînara cejina Xidir Îlyas  ya nivîskar Kamil Xudêda hate pêşkêş krin. Dȋsan Pirs hatin bersivdan

 

Li Yekşem rêkeftî  20.11.2011 roĵa didwmîn ĵî konferansî  dest pêkir û di rûniştina yekemîn da ku bi moderasyona berêzan  Bedel Feqir Heci û Kazim Oba ço seran ,ev semînar hatin xwendin: Cejna Bêlindê  ya nivîskar  Îdo Babê Şêx,    Çarşemê Hesava (Kuloçê sere sale) - Dr. Eskerê Boyîk, Batizmî  nivîskar Şewqî Issa, Batzmî li çîyayê Şengalê  nivîskar Pîr Xidir Çêlkî,  Sefera nan û mast  ya nivîskar  Kamil Xudêda.  Semînara Cejna Sersalê  ya nivîskar Dr. Memo Osman yê ku amade nebû. Li dawyê tev pirs hatin bersivdan .

 Flimê Cimaya Laliş yê dekomentar ku bo vê konferansê  ĵi derhênana Heso Hurmî  hatibû amadekirin, hate nîşandan. Hêĵayî gotinye ew flim ev sal li perêsgeha Laliş  ji  berhemhênana  reveberiya giştî ya kar û barên Êzdiyan li hukumeta herêma Kurdistanê hati bû amadekrin.

Rûnştina  dawyê bi moderasyon berêzan  Eskerê Boyîk û Yezin Suleiman reve ço û bi van seminaran hate xemlandin Tûafên êzdîyan, dîrok, rêwisht, tîtal  nivîskar  Mecîd  Heso, Cejna Qurbanê vekoler  Abû Azad,  Gera Babê Şêx  ya nivîskar Şêx Zêdo Baedrî,  amaĵe bi semînara Rê û rismên Tûafên Êzdîyan ya nivîskar Hecî Mexso Heso ku ew ĵi amade nebû  û li dawyê tev pirs  bûne xwedî bersiv.

Serokê komîtêya rewşenbîrî Dr. Eskerê Boyîk sipasîya beşdarên konfêransê, sêmînarvana û hemû xizmetkarên Mala Êzdîya kir ji bo bi organîzekirin û bi serketin dernaskirina Konfêransê, birûskên piştgirtin, destekdan û  pirozbahîyên li ser navê Konfêranse hatibûn standin xwend û sipasya komîtêya amadekar elam kir. Masaja Reveberiya giştî ya kar û barên Êzdiyan ya hukumeta herêma Kurdistanê ku Konfêransê ra şandibû hate xwendin.  Kek Xeyrî Bozanî di mesaja xweda gotibû(em amadene ser encamên vê konfernsê  we pertûkê bi deyen çapê,zêde barê çapkirina her pertûkê li dor ola Êzdiyan be, bi her zimanê hebe).

Dawyê da Eskerê Boyîk xebata Konfêransê tomar kir û ji ser navê komîtêya amadekar ya konfêransê elam kir, ku heta 01.01.2012 an wede didine sêmînarvanan ku  gotarê xwe gorî pirs û xwestinê Konfêransê serrast bikin û wî wedeyî da tesmîlî komîtêya amadekar bikin. Ew gotarên wê demê da neyêne serrastkirin û hazir nîbin û usa jî gotarên wek pîvanên  daxweza komîtêya amadekar ninin nakevine pirtûkê û nayên weşendin.