Share |

Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên ziman û çandi de koverek nû li koverên kurdî zêde kir û hêjmara yekemîn a kovara Folklor û Ziman çap kir.

 

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên ziman û çandî de koverek nû li kovarên kurdî zêde kir. Weqfê bi kovara Folklor û Ziman ku dê salê 2 caran bê çapkirin, di warê çand, ziman û folklora kurdî qada akademîk dorfirehtir kir. Kovara Folklor û Ziman ku edîtoriya wê Doç. Dr. Mustafa Aslan û Dr. Mikaîl Bulbul dikin, di Lîjneya Edîtoriyê de jî Prof.Dr. Celîlê Celîl, Dr. Mehmet Tayfûn, Dr. Emîn Omar Ahmed, Dr. Necat Keskîn, Dr. Ramazan Pertav cih digirin. Di Lijneya Şêwirmeniyê de jî Prof.Dr. Ebdulwehap Xalid Musa, Prof.Dr. Kadrî Yildirim, Prof.Dr. Sabah Reşîd Qadir, Prof.Dr. Faruk Îsmaîl, Prof. Dr, Şukriye Resûl Îbrahîm, Prof.Dr. Tahîrhan Aydin, Prof.Dr. Bahiz Omar Ahmed, Doç.Dr. Mehmet Zahîr Ertekin, Doç.Dr. Bextiyar Secadî, Doç. Dr. Mustafa Ozturk, Dr. Shahap Valî, Dr. Suleyman Şanli, Dr. Canser Kardaş, Dr. Abdurrahim Ozmen cih digirin.

 

Weqfê di nivîsa edîtoriyê ya kovarê de diyar kiriye ku pir kefxweş in bi kovereke akademîk ya xebatên kurdî Folklor û Zimanê li pêşberî xwîneran in û dibêje: "Folklor û Ziman ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da dê salê du caran (Nîsan û çirîya pêşîn) derkeve û kovareke bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê de dê xebaten akademîk yên li ser folklor û zimanê Kurdî cih bigirin. Zimanê gotaran, ji bilî kurteyên îngilizî, bi temamî kurdî ye û çawa ku di vê hêjmara yekem a bi Kurdiya kurmancî-kirmancikî soronî gotar hene, em dê hewil bdin ku di hemû hêjmaran de disa cih bidin diyalektên Kurdî.

 

Di çarçoveya folklora Kurdî de mijarên wekî teorîyên folklorê, edebiyata gelêrî, adet û tore, bîr û baweriyên gelêrî, zanyariyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora Kurdî, xebatên meydanî, û her wiha lêkolîn û nivîsên der barê etnorafyaya kurdî de û hwd dê bên weşandin. Di çarçoveya xebatên ziman de jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks morfosentak,  zimannasiya civakî, zimannasiya îranî hwd cih bigirin. Di kovarê de dê nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan de jî biweşin."

 

Edîtoryayê di berdewama nivîsê de wiha dibêjin: "Em hevî dikin ku Folklor û Ziman bibe yek ji çavkaniyên akademîk û zanistî û alîkaiya lêkolîneran bike. Bi taybetî piştî ku di van salên dawî de li çend zanîngehan beşên Kurdî yên Lîsansê û masterê vebûn hem geşbûnek xurt ya asteka akademîk çebûn hem jî di qasî wê pêwistî bi xebatên bi vî rengî zêdetir bû. Loma jî ji bo xebateke bi vî rengî motîvasyonek peyda bû u niha em bi hêjmara yekem li pêşberhî we ne."

AMED -Mezepotamiya