Share |

Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî koça dawî kir

 Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja Yekşemê 10 temûzê di 89 saliya xwe de  li Bonn a Almanyayê koça dawî kir.

Elî Qazî di sala 1933an li Mehabadê ji dayik bûye, ew di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû. Demekê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.

Elî Qazî take kurê Pêşewa Qazî Mihemed bû û çar kur û keçeke wî hene. Elî Qazî daxwaz kiribû ku cenazeya wî vegerînin Mehabadê.

Ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve

Di 22yê Çileya 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Komara Kurdistanê li Mehabadê ragihand.

Di 17ê Kanûna 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û Wezîrê Berevanî yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

 

RUDAW