Share |

Kurd 'Roja Alayê' pîroz dikin

Kurdên ku li gelek welatên dinyayê belav bûne roja 17ê Berfanbarê wek ‘Roja Alaya Kurd’ pêşwazî dikin û bi taybet li Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên fermî li dar dixin. Alaya Kurdan ku ji sala 2004an ve wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê li Parlamena Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin, wek sembola bi milyonan kurdên ku li deverên din dijîn jî tê naskirin û pîrozkirin.

roja 17-12 li Herêma Kurdistanê û gelek deverên cîhanê ku Kurd lê dimînin, bi çalakî û pîrozbahiyên curbicur Roja Alaya Kurd tê pîrozkirin.