Share |

Kurteçîrokên (Berojk ) ya îbrahîm Xort derket.

 

Ji weşanên Lîs ê li Amedê yekem berhema Kurteçîrokan ya nivîskar û rojnamevan îbrahîm Xort hate çapkirin û belavkirin ev berhem ji 70 rûpelî pêk tê û din nava xwe de 5 kurteçîrokan dihewîne ( Zimandirêj- Bazaraberojkê- Demançe- Sê dinya û Sofî- Tabût)

ku rewşa gund û civaka kurda ku jêderên wê hin dîtin û cavdêriyê wî ne bi awayek sivek û xweş di wan kurteçîrokan de behis dike ku bûyerên di rasteqînî de qewimîne radixe ber çavan.

Wek mînak ji nava çîrokek wê de :

Berî gotina xwe temam bike, porkura kevanîya ku ji vê sibehê ve di nav tirs û bêpeskirina cendermeyan de bû, wekî bibêje waweylê ma ne me demançeya xwe di wir de veşartibû, Mihê wê mîratê nîşanî me dide! Û kevanîyê wekî pisîka ku çav li mişk bikeve xwe avêt wî kevirê bin pencereyê, ew ji nava dîwêr kêşa û destê xwe rada kunê û demançeya di nav pot de anî der, danî ber Mihê. Mihê yê ku bi dîtina demançeya xwe ya ku neketibû destê cendermeyan kêfxweş bûbû, bi heman dîtinê jî, ji ber êşa laşê xwe, bi çavên dijminekî li demançeyê dinerî…

 

Îbrahîm xort :di sala 1964an de li gundê Mermarê devera Omerîya Mêrdînê ji dayik bûye. di sala 1980ê yî de dema xwendekarê sala dawî yê amadeya mamostetiyê a Mêrdînê bû, ji ber tevgera siyasî û endametiya rêxistinê hat girtin û 8 salan di zindana Amedê de ma, piştî ji girtîgehê derdikeve, çûyê Istanbolê ji bo xebatên çandî bûye yek ji damezrênêrê navenda çanda ya Mezopotamyayê (NçM)li Istanbolê sala 1991an de. Û di nava rêvebirîya NçMê de kar kiriye û bûye berpirsê Kovara rewşen. Û di Kovarên Rewşen, Azadiya welat, Axîna welat, de nivîsî ye. Pênç pirtûkên şanoyê yên diramyê yên Yewnanî ji Tirkê wergerandiye zimanê Kurdî, bi navê Xerîbî û santrancê kurteşano nivîsîne. Û li Turkiye cara pêşîn di kenala fermî Su tv de nûçeyên Kurdî peşkêş kirirne, û ev berhem ya kurteçîrokan ya yeke ye..

 

Semakurd